Li Nisêbînê 5 kes hatin binçavkirin 2020-01-09 11:00:25   MÊRDÎN - Leşkeran bi ser gundê Marînê yê bi ser Nisêbînê ve girt û piştî lêgerîna li malan 5 kes binçav kirin.    Li gundê Marînê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve serê sibê gelek leşkeran bi maşîneyên zirxî bi ser gund de girtin, lêgerîn pêk anîn û kelûpelên malan serûbin kirin.    Leşkeran piştî lêgerînê keyayê gund Haşo Dînç û welatiyên gund Mahmût Başak, Suleyman Genç, Mehmet Başak û Diljîn Dînç binçav kirin.    Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û welatiyên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendîrmeyan.