Jinên Helebê tecrîd şermezar kirin

  • 15:59 5 Çile 2020
  • Rojane
HELEB - Jinên Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên Helebê daxuyaniyek li taxa Şêx Meqsûdê dan. Di daxuyaniyê de jinên meclîsa taxa Eşrefiyê, rêveberên komunan, komîteya perwerdê, sazî û dezgehên jin amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hildan û daxuyanî ji aliyê Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk Selwe Mihemed ve hat xwendin.
 
'Rêber Apo projeya wekheviya gelan ava kir' 
 
Daxuyanî wiha ye: "21 sal di ser dîlgirtina Serok Apo re derbas bû. Partiya Erdogan her diçe tecrîdê girantir dike, bi rêbaza qedexekirina hevdîtinên parêzeran bi Serok Apo re, bi taybetî piştî peyama Serok Apo ya ku hêza xwe ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn xuya kir, li ser esasa wekheviya gelan, jiyana hevbeş û pêkanîna adaleta gelan pêşniyar kir. Serok Apo got, ' Her gelek bi mafê xwe divê tevbigere' li ser vî esasî divê em bi yek dest bin bi hemû pêkhateyên xwe ji bo azadiya Serok Apo têbikoşin. Di şexsê Serok Apo de xwestin hemu gelên serhildêr bin dest bikin yan jî ji mafê wan qut bikin, lê girankirina tecrîdê li ser Serok Apo wê tu carî li dijî têkoşîna me ya azadiyê nebe asteng û em ê doza xwe bidomînin û li hember tecrîdê têkoşînê bidin hata ku em Serok Apo azad bikin bikin.  Felsefa Serok Apo wê bibe bîngeha jiyana me û em ê li ser wê fikirê bimeşin. 
 
Em careke din bi van fikir û ramanan bang li hemû hêzên navneteweyî û rêxistinên mefê mirovan dikin ku ji bo Azadiya Rêber Apo  li ser dewleta tirk zextê bikin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî" bi dawî bû.