TÛAY-DER’a Sêrtê kongereya xwe ya yekemîn pêk anî
- 15:46 5 Çile 2020
- Rojane
SÊRT - TÛAY-DER’a Sêrtê kongreya xwe pêk anî. Ji bo Hevserokatiya TÛAY-DER’ê Mûhsîne Ozhan û Tahîr Cengîz hatin hilbijartin.
Komeleya Pîştgirî û Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUAY-DER) a Sêrtê, bi dirûşma “Ji bo hemû girtiyan azadî” 1’emîn Kongreya xwe li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, malbat û xizmên girtiyan beşdarî kongreyê bûn.
Piştî axaftinên hatin kirin, ji bo hevserokatiya komeleyê Mûhsîne Ozhan û Tahîr Cengîz hatin hilbijartin.