Rêveberiya Jinan a Tebqayê plansaziya xwe ya salê eşkere kir

  • 15:27 5 Çile 2020
  • Rojane
TEBQA - Rêveberiya Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de mekanîzmaya xebata meclisên jinan nîqaş kirin û plansaziya sala nû ya rêveberiyê hat derxistin.
 
Bi dirûşma "Bi rihê jinan ê neteweyî û siyaseta berxwedêr, dê vîna jinên azad bi ser bikeve" Rêveberiya Jinan a Herêma Tebqayê civîna xwe ya salane ya duyemîn ji meclis û malên jinan ên li Tebqa û gundewarên wê re li dar xist.
 
Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê pêk hat û nûnerên Kongreya Star, Rêveberiya Jinan a Reqayê, Rêveberiya Jinan a Dêrazorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jinê têkoşer, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û bi dehan jinên gundewarên Tebqayê tevli bûn.
 
Li hola civînê wêneyên şehîd Barîn Kobanê, Avesta Xabûr, Hevrîn Xelef û Hena Seqir, pankartên "Dagirkerî tundî ye", "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin", "Jina azad sembola têkoşîn û berxwedanê ye" û “Dewleta tirk  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava bêdengiya navneteweyî de qetil dike" hatin daliqandin.
 
Rapora salane hat xwendin
 
Di civînê de rêvebera Rêxistina Jinan a Tebqayê Radya El-Ebid rapora salane ya Rêveberiya Jinan a Tebqayê xwend. Tê de çalakiyên ku rêveberiyê di salekê de pêk anîne û projeya sala bê hat xwendin. Ji çalakiyên herî girîng ku Rêveberiyê di salekê de pêk anîne yên mîna lidarxistina Konferansa 1’emîn a Jinan, komxebata rûspiyên jin ên eşîrên Firatê, serdana zêdetirî 3 hezar û 50 jinên herêmê, lidarxistina 129 forumên zanebûnê, ji nû ve sazkirina meclis û zêdekirina rêveberiyan li Rêveberiya Jinan.
 
Plansaziya sala bê jî hat kirin
 
Rêveberiya Jinan a Tebqayê plansaziya xwe ya sala bê jî eşkere kir. Tê de zêdekirina foruman a bi çavdêriya Komîteya Perwerdeyê, lidarxistina danişîn û forumên diyalogê ji rûspiyên jin ên eşîrên Ereb re û vekirina dewreyên xwendinê ji nexwendiyan re hene.
 
Civîn bi pêşandana sînavîzyoneke biçûk a xebatên Rêveberiya Jinan a Tebqayê û komîteyên girêdayî wê, bi dawî bû.