Civîna salê ya Meclisa Kantona Kobanê hat lidarxistin

  • 15:10 5 Çile 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Meclisa Kantona Kobanê civîna xwe ya salane li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê li dar xist.
 
Meclisa Kantona Kobanê îro bi amadebûna sedan ji endam û hevserokên Meclisa Kantona Kobanê civîna xwe ya salê li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido li dar xist.
 
Civîn bi deqeyek rizgirtina ji bo cangoriyên azadiyê  dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa kantona Kobanê Mustefa Êto rewşa siyasî ya herêmê nirxand û got: "Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeke hesas re derbas dibin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyeyê her tim ji bo avakirina jiyanek azad û bi rûmet li ber xwe daye û dide. Di rewşeke wisa de pêwiste em li hember êrîşên dewleta tirk yekîtiya xwe xurt bikin."
 
Paşê raporên komîte, sazî û dezgehên girêdayî Meclisa Kantona Kobanê ji aliyê Muhemed Selmo ve hatin xwendin. Piştî xwendina raporan rewşa herêmê, gel, rêxstinkirina civakê, perwerda salane û pilansaziyên demê hatin nirxandin.
 
Civîn bi pêşniyaran bi dawî bû.