Li Silopiyê 3 jinên ku hatin qetilkirin bi merasîmekê hatin bibîranîn

  • 13:37 5 Çile 2020
  • Rojane
ŞIRNEX -  Di dema qedexeya derketina derve de 3 jinên siyasetmedar ên ku jiyana xwe dest dabûn Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Silopiyê hatin bîranîn.
 
Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) û Tvgera Jinên Azad (TJA) de, 3 jinên ku di 4’ê Çileya 2016’an de di dema qedexeya derketine kolanan de hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li avahiya HDP'ê ya Silopiya Şirnexê hatin bîranîn. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, dayika Pakîze  Nayir Behiye Nayir, dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr, dayika Fatma Uyar Hatîce Uyar, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyê tevlî merasîma bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir. Di serî de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnixê Hasan Ozguneş axivî, 3 jinên siyasetmedar bi bîr anîn û got dê têkoşîna wan bidomînin.
 
‘Têkoşîna wan têkoşîna me ye’
 
Piştre peyema Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr a ku tevli merasîmê nebibû nebûbû hat xwendin. Peyama ku hat şandin wiha ye: “Ez rêhevalên xwe Sêvê, Pakîze û Fatmayê bi rêzdarî bi bîr tinim, têkoşîna wan têkoşîna me ye,  riya wan riya me ye. Em soz didin ku alaya wan bilindtir bikin. Di şexsiyeta wan de ez hemû şehidên jin bi bir tînim.”
 
‘Azadî dê bibe ya gelê kurd’
 
Piştre dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr axivî û  wiha got: “Ev sal dê bibe sala serkeftina Gelê Kurd. Dayik bi salane li dijî êrîşan li ber xwe didin. Gelê Kurd ji bo azadiyê divê yekitiya xwe ava bike û li ber xwe bide. Azadî dê bibe ya Gelê Kurd. Azadî dê bi têkoşîna jinê pêk bê. Her çiqas zehmet be jî em ê bigihîjin azadiya xwe. Em kesên ku komkûjiya Halepçe, Dersîm, Sur, Maraş, Amed û Nisêbînê pêk anîne şermezar dikin.  Em dixwazin ku azadî, wekhevî û edalet bê ser vê axê. Em mirinê naxwazin, em azadiyê dixwazin. Em bang li hemû dayikan dikin ku li dijî êrîşan têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li dozger û dadgeran jî dikin ku ceza li dayikên 60-70 salî nebirin. Em wekheviyê dixwazin.”
 
‘Dewlet jinên têkoşer qetil dike’
 
Herî dawî parlamentera HDP'ê  Ebru Gunay axivî û wê jî bi lêv kir ku ew 5 salan bi Sêvê Demîr re di heman girtêgehê de mane û wiha berdewam kir: “Ew 3 jinên ku hatin qetilkirin berdewamiya 3 jinên ku di komkûjiya 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê pêk hate ye. Dewlet jinên têkoşer hedef digire û qetil dike.Hevok kêm dimînin dema ku behsa Sêvê dikim. Ez bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Em ê têkoşîna wan bidomînin.”
 
Bîranîn bi sînevîzyona ku derbarê 3 jinan de hatiye amadekirin berdewam kir. Di dema nîşandana sînevîzyonê de demên hestiyar hatin jiyîn. Bername bi dayîna mewlûdê bi dawî bû.