Dirrê Gornu li Almanyayê hate bîranîn
- 12:52 5 Çile 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina kurd Dirrê Gornu ku 2 zarokên wê û hevjînê wê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û di 24’ê Kanûna 2019'an de çû ser dilovaniya xwe li Elmanyê hat bibîranîn.
Jina kurd Dirrê Gornu ku dewleta Tirk hevserên wê û 2 zarokên wê qetil kirin û ew jî di 24’ê Kanûna 2019'an de çû ser dilovaniya xwe li Elmanya, li bajarê Salzgîttereyê hat bibîranîn.
Maseya bibîranînê bi wêneyên her sê şehîdan û yê dayika Dirrê bi gul û mûman hat xemilandin.
Di bîranîna ku bi merasîma ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin de li ser navê Yekitiya Jinên Kurd (YJK) Hakime Yousef axivî û got, “Dayika me û malabata xwe di nava surgunê de jiyane. Ji ber ku li hemberî koletiyê, zordestiyê û dagirkeriya li welatê me Kurdistanê, axa me dagir kirin, her mafên gelê me binpê kirin û bindest kirin. Ev dayik û malbata xwe serî rakirine, di nava serhildanê de û berxwedanê de cîhê xwe girtine.”
'Daxwaza wê li dozê xwedîderketin bû'
Piştre keça dayika Dirrê Zemzema axivî û got; “Divê Gelê Kurd vê dozê bişopîne û lê xwedî derê, dayika min zarokên xwe şehîd dan, tenê daxwaza wê, li vê dozê xwedîderketin bû. Daxwaza wê daxwazya daxwazya min e jî.”
Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi dawî bû.