Hevalên Sîbel Unlî: Kujerê Sîbelê Kapîtalîzm e

  • 11:09 5 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Hevalên Sîbel Unlî ya ku roja borî dawî li jiyana xwe anî  çalakiya şermezarkirinê li dar xistin û wiha gotin: "Em vê pergala ku me ber bi bêçaretiyê ve daf dide û wekî ku sedema nakokiyan em bin nîşan dide baş nas dikin. Kujerê Sîbelê Kapîtalîzma ku mirarbûye ye." 
 
Ciwanên Kaldiraç, Unvesîte û yên endamên Anarşît Gençkik ji bo hevala xwe ya xwendekara Zanîngeha Stenbolê Sîbel Unlî ya ku roja borî dawî li jiyana xwe anî, li qada Khalkedon ya Kadikoya Stenbolê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.  Di çalakiya hat lidarxistin de dirûşmên "Întîhar polîtîk e", "Ne deprasyon kapîtalîzm dikuje", "Hêvî di dest me de ye" û "Em Sîbelê ji bîr nakin" hatin berzkirin.
 
 Li ser navê koma ciwanan  Zehra Aydemîr daxuyanî da û wiha got: "Em van kesên ku bi Sîbelê dan gotin 'cihekî ku biçimê tune ye û jiyaneke min ku ez bijîm jî tune ye' û ew di tariyê de hiştin baş nas dikin. Li welêt her roj tundî zêde dibe û bi destê dewletê tê kirin. Rastî ji aliyê çapemeniyê ve tên veşartin. Her roj banga şer tê kirin û qeyûm tayînî şaredariyên kurdan tên kirin. Kesên wekî hunermend û rojnameger ku dixwazin rastiyan vebêjin tên sûcdarkirin û cezakirin.  Her roj kedkar li vî welatî ji ber pirsgirêka aborî întîhar dikin. Em jî her roj şahidiyê ji vê pergala ku êdî mirar bûye re dikin."
 
'Em ê hesap bipirsin'
 
Em ê li dijî vê pergala qirêj ku Sîbela 20 salî ya xeyala wê cîhaneke azad bû ber bi mirinê ve daf da û kir deprasyon bi bibin hêvî û hesab ji kesên ku bûn sedama mirna wê bipirsin.  Em dizanin ku kujerê wê kapîtalîzma mirar bûye ye."