Tora Têkoşîna bi Şîdetê re: Em li dijî qirkirina zayendê ne

  • 09:05 5 Çile 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Jinên pêkhateyên Tora Têkoşîna Bi Şîdetê re, diyar kirin ku di 5 mehan de 838 jinî serî li torê daye û gotin ew bi rewşeke qirkirina zayendê re rû bi rû ne.
 
Tora Têkoşîna Bi Şîdetê re ya ku 8 saziyên jinan di bin banê wê de li dijî şîdetê xebatan dimeşînin, protokolek ji 3 xalan pêk tê îmze kir û di 7’ê Adara 2019’an de damezrandina xwe Îlan kir. Torê di 7’ê Tîrmehê de rapora xwe ya ewil bi rayagiştî re parve kir û rapora xwe ya 5 mehan a din jî di hefteyên borî de aşkera kir. Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş û civaknas Rûken Erguneş rapor nirxandin . Rukenê da zanîn ku ew bi aawayekî kolektîf serlêdanan dişopînin û got dema jin rastî şîdetê tên ewil wan guhdar dikin û piştre daxwazan tespît dikin.
 
5 mehan de 838 jin
 
Rûkenê bi lêv kir ku hewcedariya jinan bi çi hebe berê xwe didin wir û got: “Em jinan vedixwînin xebat û bernameyên xwe. Em hewl didin bi hev re rihê piştevaniyê ava bikin.Em pêvajoya jinên serî li me didin heta dawî dişopînin. Piştgiriya hiqûqî an jî psîkolojîk li gorî rewşê tê dayîn. Em tevî pêvajoya rewşê dibin. Di rojên borî de me raporek weşand. Di 5 mehan de 838 jinî serî li me daye. Hemû jinên serî me dane, rastî gelek cureyên şîdetê hatine. Herî kêm ji ber şîdeta civakî serlêdan hatiye kirin. Ji sedî 85 bi awayekî sîstematîk jin bi şîdeta psîkolojîk re rûbirû dimînin. Ji sedî 50 jî bi şîdeta fîzîkî re rûbirû tên .”
 
‘Divê li hemû bajaran navendên jinan bên vekirin’
 
Rûkenê destnîşan kir ku divê li hemû bajaran navendên jinan bên vekirin û got ji derveyê bajar jî gelek serlêdan tên kirin û got: “Jin carna ji derveyê Amedê an jî ji ser çapemeniya civakî xwe digihînin me. Ji ber ku li bajarên dimînin cihekî biçinê tune ye, serî li me didin. Em jî hewl didin li vir piştgiriyê bidin wan.”
 
‘Şîdeta li ser jinê her diçe zêde dibe’
 
Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş jî got tabloyek bi xof li hember wan heye û got ew bi qirkirina jinê re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: “Hejmarek wisa li pêş me ye ku divê demildest seferberî bê îlankirin. 835 tenê hejmara ku me tepît kiriye. Lê kesên me nedîtine jî hene. Agahiya me jê tune. Li dijî jinê şîdet her diçe zêde dibe. Herî daweî Suleyman Soylu got ‘min heta niha zêdebûna şîdeta li ser jinê nû ferq kiriye’. Me sedema vê jî di rapora ku amade kiriye de vegot. Bersiva pirsa ‘çima pêşî li şîdetê nayê girtin’ derket holê. Piştî Emîne Bulut hat gotin ku çi hewcebe wê bê kirin. Lê ya bê kirin çi ye? Mixabin li Tirkiyeyê ji sedî 10’ê Peymana Stenbolê pêk nayê. Tedbîrên peymanê pêk bên wê bi awayekî cidî pêşî li şîdeta li ser jinê bê girtin. Sedema zêdebûna şîdeta li ser jinê zîhniyeta serdest ya mêr e. Em ê li dijî şîdeta li ser jinê bi hevkariyê xebatên xwe bimeşînin.”