Navê têkoşîna azadiyê: Fatma Uyar

  • 09:04 5 Çile 2020
  • Rojane
Rojda Aydın
 
ŞIRNEX - Endama KJA’yê Fatma Uyar a ku bi eşqek mezin girêdayî têkoşîna azadiyê bû û beriya 4 salan li Silopiyê tevî Sêvê Demîr û Pakîze Nayir hat qetilkirin. Dayika Fatmayê, Hatîce Uyar, wiha got: “Sêvê, Pakîze û Fatma ji bo gelê xwe mirin dan ber çavên xwe. Ez bi keça xwe serbilind im. Em ê tu carî wan ji bîr nekin.”
 
Li Sîlopiyaya Şirnexê di 14’ê kanûna 2015’an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û di qedexeyê de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi KHK’ê hat girtin Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyayê Pakîze Nayir di 4’ê Çileyê 2016’an de hatin qetilkirin.
 
Fatma: Heta bêhna xwe ya dawiyê ez ê tevlî têkoşîna gelê xwe bim
 
Fatma ya ku li Şirnexê hatiye dinyayê û mezin bûye, dibistanê heta pola 5’an dixwîne û  piştre terk dike. Fatma di 12 saliya xwe de dest bi xebatên partiyê dike û wiha çîroka berxwedana wê dest pê dike. Fatmaya ku bi eşqek mezin girêdayî têkoşîna azadiyê dibe, dema Meclîsa Ciwanan ava dibe di nav xebatan de rolek mezin digire. Fatmaya ku dema xebatên ciwanan dimeşîne 2 salan piştre tê girtin û dikeve girtîgehê û piştî 5 salên din tê tehliyekirin. Fatma piştî ji girtîgehê derdikeve vala nasekine diçe herêma Serhedê û li vir xebatên partiyê dimeşîne. Di dema qedexeya derketine kolanan de bi fikra “heta bêhna xwe ya dawiyê ez ê tevlî têkoşîna gelê xwe bim” vedigere Silopiyê. Fatma heta bêhna xwe ya dawiyê bi gel re têkoşîna azadiyê meşand.    
 
‘Qet zaroktiya wê nebû’
 
Hatîce, bi lêv kir ku Fatma jinek zane , dilgerm û rûken bûye û wiha domand: “Hevalek gelek baş bû. Ji mezinan re mezin, biçûkan re biçûk bû. Fatma dema 12 salî bû tevlî xebatên partiyê bû. Min tu carî biçûktiya Fatma nedît. Ji ber ku di temenê biçûk de tevlî xebatên partiyê bû û tu carî nedihat malê. Her wiha ne bi tenê ew, jiyana wê di girtîgehê de jî derbas bû. Min wê tim di girtîgehê de li paş wan hesinan didît. Kesên 12 salî hîn zarok in. Lê belê wekî ku ew mezin bûye û piştre biçûk bûye. Ji ber vê jî ji 12 saliya wê şûnde min rojekê jî serê wê neşûşt. Qet zaroktiya wê nebû. Ne wê bavê xwe dît û ne jî bavê wê keça xwe dît. Min ji keça xwe Fatma re tim digot ‘xwezî tu bi min re raketiya û bêhna te li nivînê min belav bûya û min jî bêhna te bîn bikira.’ Ferqa min ji dayikên Sêvê, Pakîze û kesên dinê tune ye. Em hemû heman êşê dijîn û me hemû yanzarokên xwe winda kir. Hemû zarokên min in û ez jî dayika hemûya me.”
 
Gotina herê dawî yên Fatmayê: Heqê xwe helal bikin
 
Hatîce, diyar kir ku Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar tim bi hevdû re bûne û wiha pêl da axaftina xwe: “Ez ji televîzyonê hîn bûm ku keça min jiyana xwe ji dest daye. Keça min beriya rojekê ku jiyana xwe ji dest bide li me geriya û axivî. Wekî ku zanîbûye dê jiyana xwe dest bide û ji me re got ‘heqê xwe helal bikin.’ Dema wisa got min dest bi girî kir. Roja din fikarek di dilê min de hebû û nûçeyên êvarê ên saet di 19.00'an de derketin. Min li nûçeyan temaşe dikir. Di nûçeyan de wêneyên Sêvê, Pakîze û Fatma hatin nîşandan. Di wê navberê de berteka min tenê ‘oy dayê’ bû. Ev 3 jin ji bo gelê xwe mirin dan ber çavên xwe. Dewletê cenazeyê keça min û herdu hevalên wê anîbû nexweşxaneyê. Cenazeyê wan hefteyekê li nexweşxaneyê man. Dewletê ji me re got ger ku hûn cenazeyan hilnedin em ê bibin li cihekî din defin bikin. Me wê demê tevî cinazeyên Sêvê, Pakîze, Fatma 12 cenaze defin kir. Sêvê, Pakîze û Fatma wekî Sakîne, Fîdan û Leyla hatin qetilkirin.”
 
‘Ez bi keça xwe serbilind im’
 
Hatîce, di dawiya axaftina xwe de got di ser şehadeta wan de 4 sal derbas bûye û wiha dawî li axaftina xwe  anî: “Ez bi keça xwe serbilind im. Em ê tu carî wan ji bîr nekin. Heta ku ez bijîm dev ji doza wan bernadim û tim ez ê di şopa wê de bim. Di navberê de 4 sal derbas bû jî di dosyeyê de tu pêşketin  tune ye. Em dixwazin ku ev dosye di demek nêz de bê encamkirin û tiştê pêwîst e bê kirin.”