'Tehemula wan ne ji zindiyên me, ne jî ji miriyên me heye'

  • 09:02 5 Çile 2020
  • Rojane

Zeynep Turgut 

WAN - Îsal 24 malbatên kurd ku xwestin cenazeyên zarokên xwe li gorî bawerî, çand, kevneşopî û nirxên civakî defin bikin rastî astengiyên rayedarên dewletê hatin. Hîn jî malbatên kurd li hemberî van pêkûtiyên dewletê rû bi rû dimînin. Der barê astengkirin û nedana cenazeyan de dayik axivîn. 
 
Bi salan e malbatên Kurd ên dixwazin li gorî kevneşopiyê xwe cenazeyên xwe defin bikin rastî astengî û êrîşan tên. Di sala 2019'an de 24 malbatên Kurd ên xwestin li gorî kevneşopî û çanda xwe cenazeyên zarokên xwe defin bikin rastî astengiya polîs û leşkeran hatin. Hin cenaze piştî demek dirêj  li erdê man û şûnde, teslîmî malbatan kirin. Hin cenaze jî bi hefteyan di morgên nexweşxaneyan de man û şûnde teslîmî malbatan kirin. Dozger, polîs û leşkerên ku cenazeyên teslîmî malbatan kirin jî di bin dorpêçê û bêyî merasîma olî bi tevlêbûna çend kesan defin kirin. Polîs û leşkerên ku destûr nedan 24 cenaze li gorî pîvanên civakî û olî bên definkirin, şîna 12 malbatan jî asteng kir û destûr nedan xizm û dostên wan malbatan ziyaret bikin. Têkîldarî mijarê dayikên Wanê axivîn û diyar kirin ku  miraza wan ew bû ku li gorî pîvanên olî zarokên xwe defin bikin û gotin ku dijminahiya li hemberî cenazeyên kurd wê tu caran neyê jibîrkirin.
 
‘Tehemula wan  ne ji zindiyên me, ne jî miriyên me  heye’
 
Ji dayikan Bacî Ceylan anî ziman ku tehemûla dewletê ji cenazeyên wan jî tune ye. Baciyê bi lêv kir ku êrîşên li ser cenazeyan tunehesibandina nasnameya kurd e û wiha got:” Bi salane zarokên me di nav vê têkoşînê de cih digirin û li dijî bêmafiyê li berxwe didin. Li hemberî vê berxwedanê zilma dewletê her ku diçe mezin dibe. Ger mirov di şer de şêr nebe bila şer neke. Dewlet cenazeyên me desteser dike û li ser cenazeyên me îşkenceyê pêk tîne. Di kîjan bawerî û olî  de li ser cenazeyan îşkencekirin derbas dibe, yan jî tê qebûlkirin. Tehemûla wan  ne jî zindiyên me û ne jî miriyên me  hene. Goristanên me texrîp dikin û cenazeyên me îşkence dikin. Em kurd in. Ez kurd im û heta ku ez bimirim ez ê kurd bim. Li ku dera dinyayê ev zilm hatiye dîtin? Xwedê kezeba me dişewitîne, xwedê kezeba wan jî bişewitîne.” 
 
‘Dilê me dayikan bûye  goristana zarokên me’
 
Şahîme Yakup jî yek ji dayikên ku cenazeyê zarokên wê nedanê ye. Şahimeyê da zanîn ku ev bi salane ew li cenazeyê zarokê xwe digere û ev tişt anî ziman:” Kurd ji dayîkbûna xwe  heta niha bi cûreyên zilmê yên cûr bi cûr rû bi rû maye. Bi salane ji neçariya xwe li ser miriyên me zilm dikin û cenazeyên me nadin me. Wekî her nîjadekî mafê me jî ew e ku em li gorî pîvanên olî cenazeyên xwe defin bikin. Lê vî tiştî jî ji me re pir dibînin. Di oxira  azadiyê de em berdelên giran didin. Em jî wekî tirkan dixwazin azad bin. Kurê min li Îranê şehîd ket destûr nedan ku cenazeyê kurê min derbas bikin û ez hêja jî nizanim cenazeyê kurê min li ku ye.  Li Kurdîstanê gelek cenazeyên bê goristan hene. Dilê me dayikan bûye  goristana zarokên me.  Ez jî yek ji wan malbatan im. Cenazeyên me teslîmî me nakin îşkenceyên hovane li ser cenazeyên me dikin û destûr nadin ku em şînî dînin. Ji xeynî Tirkiyeyê ev hovitiya li ku dera dinyayê hatiye dîtin?”
 
‘Miraza me dayikan bûye ew ku em li gorî pîvanên kevneşopiya xwe zarokên xwe defin bikin’
 
Medîne Kiyeg jî diyar kir ku  îşkenceya li ser cenazeyan li hemberî  bawerî û nirxên civakî heqereta herî mezin e. Medineyê bi lêv kir ku dibe ku li welat  edalet tune be lê di qata xwedê de ew ê hesab bidin û ev nirxandin kir:”Di her bawerîyê de dema  ku kesekê/î jiyana xwe ji dest da pêwîst e cenaze li gorî pîvanên ol bên definkirin. Lê ev li me kurdan tê qedexekirin. Heta ku ji miriyên me jî ditirsin. Em vê helwesta li dijî malbatan şermezar dikin. Ev li dijî mafê mirovan û nirxên civakî heqereta herî mezin e. Miraza me dayikan bûye ew ku em li gorî pîvanên olî  zarokên xwe defin bikîn. Ev zilm wê tu caran neyê jibîrkirin û ev zilm dê bibe erka têkoşîna me û zarokên me.” 
 
‘Ne wijdanê dewletê heye, ne olê dewletê heye û ne jî nirxên dewletê hene’
 
Herî dawî dayika Fatma Duskun jî anî ziman ku dayik dixwazin zilm bi dawî bibe û wiha pê de çû:” Ji me dayikên kurd her tim şîn e. Zarokên me tên kuştin, îşkence li cenazeyên wan dikin û destûr nadin ku em wan li gorî daxwaza wan oxir bikin. Ne wijdanê dewletê heye, ne olê dewletê heye û ne jî nirxên dewletê hene. Em vê qebûl nakin û em ê tu car jî ji bîr nekin.”