'Hevgirtina gelê Kurd wê bibe mifteya çareseriyê'

  • 09:01 5 Çile 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Rewşen Hacim û Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk Kurdî Surî, Gulîstan Etî di derbarê Kongreya neteweyî û hevgirtina Kurdan nirxandin û wiha gotin: "Pêwîstiya me bi yekîtiya Gelê Kurd heye."
 
Bi boneya hevgirtina partiyên siyasî yên Kurdan û hevgirtina gelên herêma Kurdistanê hin partiyên kurd ev bi salane têkoşîna lidarxistina kongreya neteweyî didin. Armanca vê kongreyê ew e ku hemû partiyên siyasî yên kurd di bin sîwanekê de werin gel hev û pirsgirêkên ku li Kurdistanê tên jiyîn di nava xwe de çareser bikin û çarenûsa Gelê Kurd bi xwe bidin diyarkirin. Di sala 2019'an de jî xebatên lidarxistina kongreya neteweyî hîn zêdetir hatine lezkirin û tê payîn ku di sala 2020'an de partiyên Kurd hemû li hev bikin û di kongreya neteweyî de werin ba hev.
 
Di vê çarçoveyê de û derbarê hevgirtin û lidarxistina kongreya neteweyî de Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rewşen Hacim û Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk Kurdî, Surî Gulistan Etî nirxandinên xwe kir û bersivên pirsên ajansa me dan.  
 
Tê payîn ku kongreya neteweyî bê lidarxistin, partiyên ku beşdar bibin wê kî bin?
 
Rewşen:Ev demeke nîqaş li ser lidarxistina kongreya neteweyî tê kirin, kesên ku beşdar bibin partî û keseyetên serbixwe ne, partiyên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Demokratîk de nêrîn û helwestên xwe zelal kirine û piştgrî dikin ku di demek nêz de kongre bê lidarxistin. Lê mixabin hin partiyên ku di bin bandora dewleta tirk de ne hîna helwestên xwe zelal nekirine. Ev partiyên ku helwestên xwe zelal nekirine wisa dide diyarkirin ku tu proje û pilanên wan ji bo pêşeroja Gelê Kurd tune ye. Em bi hêvî ne ku partiya ENKS’ê di demek nêz de bibe xwedî vîna xwe ya cewherî û bi xwe biryarên xwe bide û hewildanên wan yên parastina gel li dijî dagirkeriya dewleta tirk pêş bikeve.
 
Çima heta niha hevgirtina partiyên siyasî yê kurd çênebûne?
 
Gulîstan: Ev demeke dirêj e partiyên siyasî behsa doza kurdan dikin û hewildanên damezrandina kongreya neteweyî tê dayîn. KNK jî ev çend sale ku bi mijara yekbûyîna kurdî re mijûl dibe, armanca wan ew e ku hemû partiyên Kurdan di bin yek sîwanê de li hev kom bibin. Sedema sereke ya nehatina partiyan li gel hev ew e ku her partî dixwaze desthiladariya xwe li ser yên din bike û her wiha netew-dewletên ku li Rojhilata Navîn û derveyî welatên me jî siyaseta parçekirinê li ser gelê herêmê û bi taybet partiyên siyasî dide meşandin. Ji ber wê yekgirtina partiyan bi awayekî erênî pêş nakeve. Beriya her tiştî pêwîstiya hemû partiyan bi hişmendiya siyasetek ku bikeve bin xizmeta gelan heye.
 
Çi dibe sedem ku hûn û partiyên din li hev nekin, yan jî hevgirtin di nava we de çênabe? 
 
Rewşen: Em weke partiya PYD’ê ji bo hemû gavên erênî yên demokrasiyê û hevgirtina gelan amede ne. Jixwe weke partî em tu cudahiyê nakin navbera tu gel, ol, netew û zimanan. Li gel me her kes dikare bi ziman û çanda xwe, xwe temsîl bike. Em dikarin bêjin bi giştî partiyên siyasî yên ku niha li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hene me li hev kiriye. Lê belê heya niha partiya ENKS’ê helwestên xwe zelal nekirine. Sedema yekem ew e ku hinek partî di bin bandora hêzên derve de ne û nikarin bi vîna xwe biryaran bigirin û ji pirsgirêkên gelê herêmê re bibin xwedî hêza çareseriyê. Beriya her tiştî pêwîst e ku partiyên siyasî yên kurd xwe ji polîtîkayên dewleta tirk ên dagirker xilas bikin û vê baş bizanibin ku faşîzma dewleta tirk û partiya AKP’ê li dijî tevayî Gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê ye.
 
Wê hevgirtina Gelê Kurd û partiyên siyasî ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û bi tevahî Kurdistanê re bibe bersiveke çawa?
 
Rewşen: Ya rast gelê Kurd û gelên herêmê hemû bi yek armanc û baweriyê li dijî dagirkeriya li ser herêmê derdikevin û dibin xwedî berxwdanên bêhempa. Ger em partiyên siyasî jî weke gelê herêmê yekgirtinê ava bikin û her partî bi vîna xwe ya azad tev bigere wê tu hêz û dewlet nikaribin welatê me dagir bikin. Her wiha ger em partî hemû di bin yek sîwanê de bi reng û nêrînên xwe yên cuda werin gel hev wê demê wê hêzên derve jî neçar bimînin ku hebûna Gelê Kurd di nava fermiyeta cîhanê de qebûl bikin. Em bi hêvî ne ku di sala 2020'an de gavên baş di nava partiyên kurdan de bên avêtin û em bibin xwedî hêza xwe ya birêvebirinê.
 
Çi dibe sedem ku heta niha partiyên siyasî gotinên xwe yên hevgirtina Kurdan di piratîkê de pêk nayinin?
 
Gulistan: Ji ber sedema partî bi xwe nikarin biryara xwe bidin û hinek hêzên derve de biryara wan dide û çarenûsa wan di destê hêzên derve de ne, ji ber wê nikarin xwedî li gotinên xwe derkevin û yekbûyînekê baş ava bikin. Heta niha jî hin partiyên Kurdan di hembêza hêzên dagirkeran de ne û çavên xwe ji kuştin û talankirina Kurd û Kurdistanê re digirin. Pêwîst e ku hemû partiyên Kurd bibin yek û êdî bi vîna xwe tev bigerin û partiyên ku heta niha helwesta xwe zelal nekirine  ew jî bibin xwedî vînek azad û bi biryara xwe beşdarî vê pêvejoyê bibin.