Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê hat avakirin

  • 16:33 4 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê avakirina (DFG) xwe bi daxuyaniya çapemeniyê îlan kir û rapora 2019'an a binpêkirina mafên rojnamegeran aşkere kir. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu, daxuyanî xwend û diyar kir ku di 2019'an de 477 rojnameger hatine darizandin û 24 rojnameger hatin girtin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê avakirina xwe bi daxuyaniya çapemeniyê li avahiya xwe îlan kir û rapora 2019'an a binpêkirina mafên rojnamegeran aşkere kir. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu, Serdar Altan û komek rojnameger amade bûn. Hevserokên Komeleya DFG'ê Dîcle Muftuoglu û Serdar Altan, li ser armanca komeleyê axivîn û rapor parve kirin. Ewil Hevserokê DFG'ê Altan, li ser armanca komeleyê axivî û anî ziman ku ji ber zextên li ser xebatkarên çapemeniyê zêde bûne, bi boneya piştevaniyê xurt bikin û mafê rojnamegeran biparêzin pêwistî bi avakirina komeleyê dîtin û wiha got: "Em ê bibin dengê civakê. Rojnamegerên ku heqîqetê ranî dikin û rastî tundiyan tên emê mafê wan biparêzin. Em dê her meh hewl bidin raporan aşkere bikin û mafê rojnamegeran biparêzin." 
 
Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu jî ewil xwest ku êdî zext û tunduya li ser çapemeniyê bi dawî bibe bêtir rojnameger bi hevre di nava piştevaniyê de bin. Muftuoglu, daxuyanî xwend û wiha got: "Di serî de li welatê me rojnameger di rewşek pir dijwar re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de komek rojnameger li hev kom bûn û me Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ava kir. Ji bo îlankirina vê komeleyê em îro li vir in. Zextên di qada çapemenî û medya de pir zêde bûye. Dixwazin rojnamegerên bi rêxistin belav bikin. Em bawer dikin ku bi avakirna komeleyê emê bêhnekê bidin rojnamegeran. Em dê li her qadê xwe bi rêxistin bikin û mafê rojnamegeran li her qarê biparêzin. em dê bi xeatên xwe yên nayên dîtin bidin xuyakirin. Yên nayên bihîstin bidin bihîstin. Em dê îmze bavêjin bin xebatên girîng."  
 
Dîcle, anî ziman ku li her welatê cîhanê rojnameger di bin zextan de ne û wiha berdewam kir: "Rojnameger tên girtin, rastî êrîşan tên. Li Tirkiyeyêjî mixabin tundiya li ser rojnamegeran ne kêm e. Ji binçavkirin û girtinan bigire heta gefên tên xwarin zext zêde ye. Zextên li ser rojnamegeran wisa zêde bûye êdî rojnameger nikarin li qadê xebatê bikin. Rojnamegerên mikrofon, kamara ango wênekêşê dixin destê xwe û dadikevin qadê rastî hezar zor û zahmetiyan tên. Rojnamegerên li dijî îqtîdarê tev digerin nikarin bi hêsanî kar bikin.  Tirkiye di aliyê binpêkirina rojnamegeran de di cîhanê de di rêza yekem de ye. Zêdeyî sed rojnaemgerî niha ji azadiya xwe mahrûm mane. Rojnameger ji ber nûçeyên xwe û parvekirinên medya civakî tên parvekirin tên darizandin û girtin. 
 
Herî dawî wekî Hempîşeyê me Azîz Oruç rojnameger bi hêsanî wekî ‘terorist’ tên îlankirin û tawanbarkirin. Em carek din bang dikin dest ji girtina Aziz Oruç û hemû hempîşeyên me yên girtî berdin. Bila hemû Rojnamegerên girtî bên berdan. Helwesta îqtîdarê nîşanî me dide ku Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh. Ev rewş ji bo rojnamegerên li derve jî derbasdar e. Ji ber ku rojnamegerên li derve jî nikarin azad nûçe bişopînin û binivîsin. Di 5 salên dawî de nasnameya zer a 3 hezar û 804 rojnamegeran hat betalkirin. tene di sala 2019'an de bi sedan rojnameger ji kar hatin avêtin. 
 
Sala 2019'an ji bo rojnamegeran bû sala sala bêhiqûqiyê. Her roj rojnameger rastî tundiyê hatin. Her roj rojnameger rastî gef, binçavkirin, girtin û darizandinê hatin. Daneyên ku em niha di raporê de aşkere bikin nîşan dide ku li Tirkiyeyê azadiya rojnamegeran tune ye. Di rewşek wisa ku dixwazin rojnamegeran bifetisînin de, me pêwistî dît ku em nefesekê bidin rojnamegeran û bi hempîyên xwe re piştevaniyê xurt bikin. Hemû xebatên me dê ji bo xizmeta civakê be. Hemû xebat dê ji bo ronîkirina rastî û heqîqetê be. Em soza vê yekê didin. Em li vir bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku di bin baneya komeleya me de bibin yek. Ger ku em bibin yek, emê karibin zext û zoriyên li pêş xwe derbas bikin. Em dê karibin bi hêsanî karê xwe bikin." 
 
Zext û tundiya li ser rojnamegeran a sala 2019'an:
 
* 75 rojnameger hatin binçavkirin. 
* 17 rojnameger rastî serdegirtina malê hatin. 
* 24 rojnameger hatin girtin. 
* 14 rojnameger rasti êrîşan hatin. 
* 44 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin astengkirin. 
* 33 rojnameger rastî lêpirsînê hatin. 
* 30 rojanmeger doz li wan hat vekirin. 
* 477 rojnameger hatin darizandin. 
* 72 rojnaemger hatin cezakirin. 
* 2 rojnameger hatin dersînorkirin. 
* 130 rojnameger girtî ne.