6 siyasetmedarên jin li Stenbolê hatin bîranîn

  • 16:14 4 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - 6 jinên siyasetmedar ên kurd ên ku li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin ji aliyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê ve hatin bîranîn. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun axivî û got:"Em sozê didin wan ku heta em bibin yek û azadiya xwe bikin dest em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Ji bo bîranîna Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileyê de li Parisê hatin qetilkirin û Fatma Uyar, Sêvê Demir, Pakîze Nayir ku di 6'ê Çileyê de li Silopiyayê hatin qetilkrin, li avahiya HDP'ê ya Sultanbeyliya Stenbolê çalakî hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Li eywanê wêneyê 6 siyastemedarên jin û pankarta bi nivîsa "Em ê bi rihê serhildana Sakine û Sêvêyan têkoşîna xwe bidomînin" hatibû daliqandin. 
 
'Heta em bibin yek û azadiya xwe bikin dest em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Remziye wiha got:"Em şodarê têkoşîna her 6 jinên siyastmedar ên kurd bin. Em sozê didin wan ku heta em bibin yek û azadiya xwe bikin dest em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî axaftina Remziye bîranîn bi sinevizyona derbarê jiyana her 6 jinên siyasetmedar dewam kir. Bîranîn bi dirûşma 'Şehîd namirin' bi dawî bû.