Jinên Şehbayê tecrîd şermezar kirin

  • 13:57 4 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jinên Şehbayê bi rêya daxuyaniyeke tecrîd li pêşiya mala jinê li Kefer Neye ya Şehbayê şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên Şehbayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de jinên meclîsa navçeya Fafîn, meclîsa navçeya Kefer neyê û Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Mala Jin a Til Rifetê Welaa Hesen Hishos ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha bû: "21 sal li ser dîlgirtina Serok Apo re derbas bû. Partiya Erdoganê faşîst her diçe tecrîdê girantir dike, bi rêbaza qedexekirina hevdîtinên parêzeran bi Serok Apo re, bi taybetî piştî peyama Serok Apo yê ku qabiliyeta xwe ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn xuya kir, li ser esasa wekheviya gelan, jiyana hevbeş û pêkanîna adaleta gelan. Di şexsê Serok Apo de xwestin hemu gelên serhildêr bin dest bikin yan jî ji mafê wan qut bikin, lê girankirina tecrîdê li ser Serok Apo wê ti carî li dijî têkoşîna me ya azadiyê nebe asteng û em ê doza xwe bidomînin û li hember tecrîdê her şer bikin heya bidestxistina azadiya Serok Apo." 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe"û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.