Bêyî endamên meclîsê civîn hat lidarxistin

  • 11:05 4 Çile 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Davût Sînanoglû, bi encûmenên karmend re "Civîna Meclîsa Şaredariyê" çêkir. Civînê jî spart xala 31'ê ya qanûna şaredariyê. Lê di xala qanûnê de tê gotin ku ji xeynî endamên meclîsê yên hatine hilbijartin çêkirina civînê ne pêkan e. 
 
Di 29'ê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin. Piştî Qeymeqamê Navçeyê Davût Sînanoglû bû qeyûmê şaredariyê, bi encûmenên karmend re "Civîna Meclîsa Şaredariyê" çê kir. Lê belê derket holê ku civîna çê kiriye derî hiqûqê ye. 
 
Li gorî agahiyên bi dest ketin, di 5'ê Mijdara 2019'an de di bin navê "Diyarkirina Desteya Rêvebir a Şîrketa Anonîm a Şaredariya Cizîrê" de li şaredariyê "Civîna Meclîsê" hatiye çêkirin. 
 
Qeyûm Davût, wekîlên midûriyetên Nivîsgehê, Xizmetên Darayî û Avadanî û Bajarsaziyê tev li civînê bûn. Di civînê de Sûat Ozer kirin Midûrê Nivîsgehê, Midûrê Îfareya Taybet a Bajêr Ahmet Ebemen kirin endamê desteya rêvebier û Midûrê Nivîsgeha Qeymeqamtiyê Selahattîn Ozkan û Midûrê Malê yê Navçeyê Nûrûllah Ece jî kirin endamê "Desteya Komîsyona Venihêrînê". 
 
Qeyûm Davûtcivîna çê kir jî spart xala 31 a qanûna şaredariyê. Lê belê di vê xala qanûnê de tê gotin ku  ji xeynî endamên meclîsê yên hatine hilbijartin çêkirina civînê ne pêkan e.