‘Em ê ligel hev bin û dev ji şopandina mirinên biguman bernedin’

  • 09:15 4 Çile 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Parêzer Gozde Engîn diyar kir ku ligel polîtîkayên bêcezahiştinê û ji rewşa baş daxistina cezayan, lêpirsînên mirinên biguman jî bi baldarî nayên kirin û got: “Em jin divê bi hev bişêwirin û ligel hev cih bigirin. Divê em li her qadê nîşan bidin ku em li kolanan ligel hev dimeşin. Em ê ligel hev bin û dev ji şopandina mirinên biguman bernedin.”
 
Parêzer Gozde Engîn mirinên biguman, întîxarên jinan û nêzîkatiya darazê ya li hember dosyayên wisa nirxand. Gozdeyê got gelek kuştinên jinan wek întîxar întîkalê darazê dike û got ji van mirinan hinek bi rastî dibe ku întîxar bin û hinek jî mixabin wek întîxar tên nîşandan.
 
‘Kuştinên jinan baş nayên lêpirsînkirin’
 
Gozdeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev bûyer baş nayên lêkolînkirin. Ji ber lêkolîn nayên kirin, kuştin wek bûyerên întîxarê întîkal dikin. Bûyerê mirinên biguman ne tenê li Amedê li hemû Tirkiyeyê zêde bûne. Bandora vê ya herî mezin pergala serdest a mêr a civakê ye. Pergal çiqas hêza xwe xurt dike mirinên biguman jî zêde dibin.”
 
Gozdeyê destnîşan kir ku bi saya çapemeniya civakî ev kuştin zêdetir tên dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala serdest a mêr her roj çekên xwe diguherîne, zêde dibe. Jinên ku rastî van pêkanînan tên hewl didin xwe întîxar bikin. Ligel vê kuştinên jinan jî zêde dibin. Berê ev hejmar kêm bûn. Lê niha nîşan dide ku kuştinên jinan li Tirkiyeyê bi awayekî cidî zêde bûne sedema vê jî pergala serdest a mêr e.”
 
Gozdeyê diyar kir ku kuştin bên veşartin serî li her rê tê dayîn û got ji bo mirinên biguman dernekevin holê, raporên otopsiyê jî gelek krîtîk in û got: “Divê lêkolîn baş bê meşandin. Em ji doza Şule Çet vê dibînin. Mêr dikujin û ji bo vê veşêrin jî serî li her rê didin. Divê mirinên biguman bi baldarî bên lêpirsînkirin, lêkolînkirin. Lê mixabin ev nayê kirin. Wek bûyerê întîxarê nîşan didin û dosya tên girtin.”
 
‘Em ê şopdarê bûyeran bin’
 
Gozdeyê wiha dawî lê anî: “Em jin divê bi hev bişêwirin û ligel hev cih bigirin. Divê em li her qadê nîşan bidin ku em li kolanan ligel hev dimeşin. Em ê ligel hev bin û dev ji şopandina mirinên biguman bernedin.”