‘Divê em nehêlin ku êdî dîrok dubare bibe’

  • 09:02 4 Çile 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Birayê Leyla Yigit piştî ku tevlî greva birçibûnê bû hat sirgunkirin û bi şîdetê re rûbirû ma. Bavê wê jî di salên 90'î de bi heman îşkenceyan re ribûrû maye û Leylayê wiha got: "Çi bi serê bavên min anî heman tiştî anîn serê birayê min jî. Li girtîgehan niha rewşeke xirab heye û rewşa girtiyan nebaş e. Divê em bêdeng nebin. Bedel giranin lê divê em serî netewînin."
 
Kemal Yigit bi muabetê hatiye cezakirin û 14 sal in li girtîgehê ye. Bavê wî jî di salên 90'î de bi dehan caran hatiye girtin û bi îşkenceyên giran re rûbirû maye. Kemal, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî bi hezaran girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kir û wî sirgûnê Rizeyê kirin û li vir bi êrîşeke dijwar re rûbirû ma. Xwîşka Kemal Leyla Yigit ji ajansa me re şahidiya xwe ya pêvajoyan anî ziman. 
 
'Birayê min û hevalên wî hatin sirgunkirin' 
 
Leyla, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê ya li hemberî girtiyên siyasî û wiha got: "Ev 14 sal in Kemal di girtîgehê de ye û cezayê muabetê dane wî. Kemal jî wekî bi hezaran girtiyên din li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket greva birçibûnê. Piştre jî wî û çend hevalên wî sirgunê Rîzeyê kirin û bi zanetî 3 rojan di rê de hîştin. Beriya bighêjin Rîzeyê li Trabzonê dihêlin, li vir jî ew rastî şîdetê tên. Di dema hevdîtinê de birayê min got 'Dema em li girtîgeha Trabzonê bûn dengê qêrîna hevalên me dihatin. Diyarbû ku li girtiyan dixistin'. Her wiha dema birayên min û hevalên wî birîn girtîgehê xwestin lêgerîna tazî li wan bikin. Birayê min û 2 hevalên wî vî yekê qebûl nekirin. Ji ber vê jî 15 kesî êrîşê van kirin."
 
‘Me agahî jê negirt' 
 
Leyla da zanîn ku ji ber ku ku Kemal bi şîdeteke dijwar re rûbirû ma ev rakirin nexweşxaneyê û wiha axivî: "Birayê min û hevalên wî ji ber şîdeta 15 kesan ji mirinê filitîn û ev rakirin nexweşxaneyê. 5 û 10 perxanê Kemal hatibûn şikandin û kezebaspî jî zerereke mezin ditîbû. Hevalên wî piştî demek ragihandin ku tu agahiyê ji Kemal nagirin. Em jî ketin nava hewldanan lê rayedarên girtîgehê ji me re digotin baş e. Me xwest em Kemal re bi axifin lê destûr nedihat dayîn. Ji ber ku em nedigihiştin agahiyeke rast me berê xwe da girtîgehê Rîzeyê. Me hevdîtin bi Kemal re pêk anî. Kemal ji me re got "Dema li min xistin ez li ser hişê xwe çûm û çend rojan di nexweşxaneyê de mam. Dema min çavê xwe vekir ku ez li nexweşxanê me min tedaviyê red kir û ez vegeriyam girtîgehê.’ Lê piştî ku birayê min Kemal vegeriya girtîgehê hevalên wî ji bo tedawiyê carek din wî şandin nexweşxaneyê. Di dema hevdîtinê de jî diyar bû ku rewşa birayê min nebaş bû."
 
'Rayedar daxwaza gilî nekirinê kirin' 
 
Leyla, qala diyaloga xwe ya rayedarên girtîgehê wiha anî ziman: "Me xwest em rayedarên girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin û rewşa birayê xwe hîn bibin. Lê berpirsiyarê ku me hevdîtin pêk anî got 'Raste me li Kemal xistiye û rewşa wî nebaş e. Belê hûn jî dizanin ku cara dewlet jî şaşiyan dike. Divê hûn me fêm bikin û gilî nekin.' Piştî van diyologan em matmayî man. Gelo di kîjan rêzikên dadê de ev yek hatiye nivîsîn. Kesên ku di greva birçîbûnê de be û girtî be û mirov êrîşê bike û piştre jî bibêjin bi şaşî çêbûye. Li vî welatî ne dad, ne hiqûq û ne jî wijdan heye."
 
‘Li girtîgehê rewş nebaş e' 
 
Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya dadê û rewşa girtîgehê kir û wiha got: "Me serî li dadgehê da û lê heta niha kesek nehat darizandin. Niha jî cihê xwe dixebitin. Her wiha li girtîgehê rewşeke pir xirab heye. Pêwistiyên girtiyan nayên bi cih û gelek caran pirsgirêkan derdixin rayedarên girtîgehê. Her wiha tiştên ku li kantinê tê firotin jî gelek buhane. Her heftê li koguşê lêgerîn pêk tê. Di xwarin û vexwarinên wan de parçeyên cam û mû hene. Tedawiyên girtiyan nayên kirin. Divê Komeleyên Mafê Mirovan, rayedar û malbat li hemberî vê rewşê bikevin nava hewldanan. Dixwazin me bêdeng bikin, lê em ê li pêy mafê xwe bin."
 
‘Bavên min û birayê min heman tiştî jiyan' 
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de bala rewşa xwe yê berê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bavê di salên 90'î de nêzî 30 caran hat girtin. Ew jî di îşkenceyên giran re derbaz bû. Di dema îşkenceyê de çavekî wî derxistin, ji ber îşkenceyên giran li ser bedena wî gelek şopên kûr man. Ji ber îşkenceyê niha jî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e û niha nîv mirov e. Tenê mijarek heye ev tişt tînin serê me, ev jî em kurd in. Çi bi serê bavên min anî heman tiştî anîn serê birayê min jî. Ji bo ev tişt êdî bi dawî bibe divê em bêdeng nebin. Em bedelên giran ji bidin divê em doza xwe biparêzin û serî ne tewînîn.”