Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê civîn li dar xist
- 14:09 3 Çile 2020
- Rojane
DÎLOK - Li Dîlokê Meclîsa Jinan a HDP'ê bi minasebeta konferansa ku li Enqereyê bê lidarxistin civîn hat lidarxistin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê bi dirûşma “Em ê ji bo azadiyê israr bikin û di têkoşînê de bi biryarbin” di navbera 18 û 19’ê çilê de li Enqerê konferansa xwe li dar bixe. Meclîsa jinan berî konferansê li Dîlokê civîna amedekariyê pêk anî. Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê hat lidarxistin. Meclîsa Jinan a Dîlokê, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî civînê bûn.
Jinên ku beşdarî civînê bûn, di civînê de nêrînên xwe anîn ziman. Ev nêrîn û pêşniyarên jinan wê pêşkêşî konferansê bên kirin.