Jin dê di 11'ê çilê de ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê dakevin qadan

  • 13:57 3 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, bi minasebeta salvegera qetilkirina siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez daxuyaniyek dan û gotin: "Sakîne, Fîdan û Leylayê bi hurmet û minet bi bîr tînin û careke din vî êrîşê şermezar dikin. Em ê di 11'ê çilê de bi hemû hêza xwe li Parîsê bin."
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) derbarê salvegera qetilkirina siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên di 9'ê çilê de li Parîsê hatin qetilkirin, daxuyaniyeke niviskî da. TJK-E'yê di daxuyaniyê de got, "Em Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez di salvegera 7'an de bi hurmet û minet bi bîr tînin û careke dî vê êrîşê şermezar dikin."
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Qetilkirina sê şoreşgerên mezin ên Kurd mîna parçeyek ji qirkirina ser Kurdan, parçeyek ji polîtîkaya îmha û înkarê ji hêla dewletên metinger ve pêk hatiye. Gelê kurd û dostên wan berpirsê vê komkujiya li paytexta Fransayê Parîsê derxistine holê. Lê dadmendiya Fransayê li ser mijara ku ji berpirsên vê komkujiyê hesab bipirse hê berpirsyariya xwe bi cih neaniye."
 
Ji bo jiyaneke demokratîk têkoşîn
 
TJK-E'yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qetilkirina Hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Yadê Aqîd û wiha dom kir: "Qetilkirina wan mîna berdewamiya komkujiya Parîsê li ser me jinan hatiye ferzkirin. Ev êrîşên li ser jinên azad, ku ji bo jiyaneke demokratîk û wekhev li ber xwe didin, rêxistinî dibin, birewer dibin, mîna qirkirina ku li ser hemû mirovahiyê tê ferzkirin, li ber çavê her kesî tê kirin.''
 
'Tu carî bêdeng naminîn'
 
TJK-E'yê di daxuyaniya nivîskî de qala bêdengiya li hemberî komkujiyên ku pêk tê rawestiya û wiha got: "Ew jinên Kurdistanî, Rojihlata Navîn, Ewropî, Emerîkî, Asyayî û Efrîkî çawa ku duh li dijî komkujiyan bêdeng nemabûn, îro jî wê bêdeng nemînin, ji wan kesên ku Sakîne, Fîdan, Leyla, Hevrîn, Amara û Aqîdeyan qetil kirine, bûne hevkarê komkujiyê, bêdeng mane hesab pirsîne. Bi giyan û berxwedaniya Sakîne û Hevrînan civaka xwe ya demokratîk û azad ava dikin. Li her qadê em radibin ser piyan û berxwedana xwe geş bikin. Ji Sarayan heta bi Hevrînan em ji bo azadiyê li ber xwe didin! Ji bo dadmeniyê em li ser piyan in. Em ê di 11 çilê de li Parîse kom bibin û çalakiya biranînê li dar bixin. Em bang li her kesî dikin tevlî çalakiyê bibin."