Pero Dundar: Jibîrkirin îxaneta herî mezin e

  • 09:11 3 Çile 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Siyasetmedar Sêvê Demîr 4 sal beriya niha li Sîlopiyê hat qetilkirin. Jiyana wê her tim di nava têkoşînê de derbasbû. Bi sekn û nêzikariya xwe ji gelek kesan re bû mînak. Parlamentera HDP’ê Pero Dundar ya ku bi Sêvê re li heman girtîgehê mabû got: "Sêvê bi hewldanên xwe bi bandor bû, gelek kelecan bû û tu carî xwe ji xebatan dûr nedixist. Ev wan jibîr nakin û jibîrkirin îxaneta herî mezin e.”
 
Li Sîlopiya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê kanûna 2015’an de hat îlankirin de, endama Meclîsa Partiya (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir di 4’ê çileyê 2016’an de bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin avêtin, hatin qetilkirin. Sêvê li gelek qadan xebat meşandibû.
 
Sêvê Demîr li Stewrê ya Mêrdînê li gundê Şenocak hat dinê. Di salên 90’î malbata wê koçî Bismil a Amedê dikin û piştre di 1995’an de koçî Manîsayê dikin. Sêvê li vir tevlî faliyetên partiya siyasî dibe û di 1999’an de bi anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re ji çalakiya re pêşengiyê dike. Sêvê di bin sîwaneya HADEP’ê de xebatan dimeşîne û piştre jî di DEHAP, DTP, BDP û DBP’ê de xebatan dimeşîne. Piştre jî di DOKH’ê de bi awayekî aktîf xebatên xwe dimeşîne.
 
Sêvê li Amedê dibe endama Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û di bin navê operasyonên KCK’ê de hat girtin. Di 12’ê îlona 2012’an de jî piştî grevên birçîbûnê dest pê dike, tevlî dibe. Têkoşîna Sêvê niha ji aliyê hevalên wê ve tê meşandin. Piştî Sêvê hevalên wê têkoşîna wê dewr girtin û meşa wê didomînin. Yek ji van jinan jî Pero Dundar e. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Sêvê û pêvajoya ku di girtîgehê de pê re derbas kiriye vegot.
 
Pero da zanîn ku li girtîgehê Sêvê nas kiriye û got: “Sêvê jinek kedkar bû. Sêvê ji pergala dewletê xwe dûr xist. Xwe bixwe rêxistin kir. Li Manîsayê heval wê nas dikin. Dixwazin di xebatan de cih bigire. Heval diçin cem wê û dibînin ku hevaleke ku ji bo têkoşînê gelek amade ye.”
 
‘Ne pêkane ew bê jibîrkirin’
 
Pero bi lêv kir ku Sêvê li Manîsayê xebatmeşandiye û di heman demê de jî di kar û barên baxçeyan de dixebitî û got: “Dema xwe ya vala de li taxan bi jinan re dihat cem hev û têkoşîna xwe dimeşand. Sêvê gelek bixwe bawer bû. Kesên bixwe bawer dikarin her tiştî bikin. Sêvê her karê xwe heta dawî dimeşand. Ne pêkan ku mirov wê bêhêvî û bê daxwaz bibînin. Her tim hêviya wê hebû.”
 
‘Her tim li pêş bû’
 
Pero destnîşan kir ku Sêvê bi dildarî tevlî her xebatê dibû û ev tişt bi lêv kir: “Di hemû xebatên jinan de cih girt. Tu car xwe neda alî. Hewcedarî li ku heba ew diçû wir. Di her xebatê de xwedî tecrube bû. Bi berpirsyarî nêz dibû. Di her mijarê de xwedî potansiyela pêşengtiyê bû. Tu car fikara wê tunebû. Xwe nedida alî. Wê demê ji rojnameya Azadiya welat re nivîs dinivîsî. Em li girtîgehê bi hevre man.”
 
Pero di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Sêvê li girtîgehê gelek bi moral bûye û got bi wê re li heman girtîgehê mayîn ji bo wê şansekî gelek mezin bûye. Pero wiha dawî lê anî: “Malbatên dihatin hevdîtinê, Sêvê pê re eleqeder dibû. Her tim ji girtiyên din yên girtîgehên din re name dişand. Rojê 10-15 name dinivîsî. Der barê dîroka Kurdistanê de lêkolîn dikir. Vê bi wê re kelecan diafirand. Sêvê bandorek mezin li ser jiyana me kir. Hemû jî şopên ku em dikarin ji xwe re mîrate bigirin e. Em wan jibîr bikin em xwe jibîr dikin. Jibîrkirin îxaneta herî mezin e.”