'Em bi hêvî ne sala 2020'an bibe sala dilgeşiya zarokan'

  • 09:02 3 Çile 2020
  • Rojane
Dîcle Demhat
 
KOBANÊ - Bi boneya hatina sala 2020’an mamosteyên di Keskesora Alan de wane didin zarokan rewşa zarokan nirxandin û gotin: "Em bi hêvî ne ku gelê herêmê bi me re bibin alîkar ji bo ku em bi hevdu re jiyaneke azad û aram ji zarokan re biafirînin."
 
Piştî şerê DAIŞ’ê yê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gelek zarok di encama şer de sêwî man. Ji bo zarokên sewî Weqfa Jina Azad a herêma Firatê baxçeyê zarokan a bi navê Keskesora Alan li Kobanê vekir. Pêwistiyên zarokan di hemû aliyê jiyanê de pêk tînin. Bi êrişên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re careke din jiyana zarokên sêwî ket bin xeteriyê û di encama êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de bi dehan zarok bê dê û bav man. Êrîşên li ser herêmê bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan çêdike. Mamosteyên di Keskesora Alan de wane didin zarokan di nava hewildanan de ne ku derûniya zarokan dûrî rewşa heyî bixin û weke zarokên cîhanê bi aramî jiyana xwe berdewam bikin.
 
Di vê çarçoveyê de mamosteyên di Keskesora Alan de dixebitin ji ajansa me re axivîn.
 
'Piştî şerê DAIŞ’ê carek din jiyana zarokan ket xeteriyê'
 
Mamosteya derûnîyê ya Keskesora Alan Hêvîn Reşîd, rewşa zarokan nirxand û got: "Piştî şerê çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên herî dawî yên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yên li ser derûniya zarokan bandoreke neyînî çêdike. Ji bo ku em zarokên sêwî wek zarokên din tevlî jiyanê bikin me gelek xebat dan meşandin. Heta astekê derûniya zarokan baş bû û jiyana xwe wek her zarokekê jiya. Pîştî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên  Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, zarok careke din derûniya şer dijîn. Her çiqas em hewil didin derûniya zarokan dûrî rewşa şer bixin dîsa jî di fikirê wan de rewşa şer û di navbera wan de nîqaş li ser şer tên kirin. Her wiha zarok di metirsiyê de ne ku ji hevdu qut bibin. Dema ku êrîş dest pê kirin me hewil da ku zarokan li cihekî bi ewle bicih bikin. Dema ku ji cihê xwe dûr ketin ji dibistan û hevalên xwe jî dûr ketin. Ev yek bandorek li ser wan kir. Niha jî ji bo bi tirs û tenêbûn nejîn em di nava hewildanan de ne."
 
'Di 2020’an de em ê xebatên xwe zêdetir pêş bixin'
 
Hêvînê bal kişand ser karê Keskesora Alan a 2019’an û pilansaziya ji bo 2020’an û wiha pê de çû: "Di 2019’an de me zarok di aliyê perwerde, jiyanî, derûnî û hunerên destan de pêş xistin. Me daxwaz û xwastekên her zarokekê pêk anîn. Bi giştî bernameya ku ji bo 2019’an hatibû amadekirin me pêk anî, lê carinan ji ber kêmderfetan kêmasî derdiketin. Ji bo sala 2020’an jî me bername çêkir. Her zarok wê dibistana xwe berdewam bike û  wê wê di qursên hunerên destan de cih bigirin. Dema ji dibistan û qursan dizivîrin bernameya ku di Keskesora Alan de pêk bînin jî hene. Mînak her zarokek di waneyên ku tê de zehmetîyê dikişînin em  bi wan re dibin alîkar, saetên lîstokên wan, tv û xwendina pirtûkan hene. Di Sala 2020’an de em ê xebatên xwe zêdetir bikin û pêş bixin."
 
'Jiyana zarokan ji bo me girîng e'
 
Hêvînê diyar kir ku ew ji bo jiyaneke xweş ji zarokan re peyda bikin xebatê didin meşandin û wiha got: "Jiyana zarokên Keskesora Alan ji bo me girîng e. Em ji bo zarokan ked didin ji bo ku xwe kêm nebînin, lê dîsa jî kêmasî derdikevin. Em bi hêvî ne ku gelê me yên li vir û yên li dervayî welat di aliyê madî û manewî de bi me re bibin alîkar û em bi hevdu re jiyanek xweş ji bo zarokan peyda bikin."
 
'Em ê berxwedan û têkoşîna xwe ji bo jiyaneke aram û azad berdewam bikin'
 
Mamoste Evîn Îbrahîm diyar kir ku daxwazên wan ew e ku êrîşên li ser heremên wan bisekine û wiha pê de çû: "Heta niha tu serlêdan ji bo Keskesoran Alan çenebûne, lê em lêkolin dikin û xebatan didin meşandin ji bo ku zarokên sêwî mane malbat, bigirin û alîkariya wan bikin. Çawa em nêzî zarokên xwe dibin em wisa nêzî zarokên sêwî jî dibin. Ji bo zarok jiyaneke azad bijîn em ê ked bidin. Daxwaza me ew e ku êrîşên li ser heremên me bi dawî bibin, careke din zarokên welatê me sêwî nemînin û wek zarokên cîhanê zarokatiya xwe bijîn. Ji bo zarok jiyaneke azad û aram bijîn em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin."