Jina li Dêrsimê jehrî bû jiyana xwe ji dest da
- 16:30 2 Çile 2020
- Rojane
DERSIM - Li Dersimê Asiye Yurtsever a ji ber gaza karbonmonoksît jehrî bû jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Perî ya navçeya Mazgêrda Dersimê li malek 6 kes lê diman ji ber gaza karbonmonoksît jehrî bûn. Asiye Yurtsever (71) û Guler Akdogan (57) jehrî bûn. Xizmên wan ji komên tenduristiyê piştevanî xwestin û hat diyarkirin ku Asiye Yurtsever jehrî bûye û jiyana xwe ji dest daye û Guler Akdogan a rewşa wê giran bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê.