'Em ê bi boyaxa xwe ya mor serîhildana xwe bidomînin'

  • 14:29 2 Çile 2020
  • Rojane
ENQERE-Platforma Jinê ya Enqereyê bertek nîşanî binçavkirina jinên li Kampusa Cebecî Reqsa Las Tesis kiribûn û wiha got:"Em ê bi boyaxên xwe yên mor serîhildana xwe bidomînin."
 
Li dijî hedefgirtina Yekîtiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB) ya jinên li Kampusa Cebecî Reqsa Las Tesis kiribûn,  Platforma Jinê ya Enqereyê li Navenda Giştî ya Yekîtiya Mulkîyelîler daxuyanî da. Li ser navê platformê xwendekara Zanîngeha Enqereyê Nazli Îkray Oztay daxuyanî xwend. 
 
'Jin bi awayî dijhiqûqî kirin bin çavan'
 
Nazliyê wiha got:"Jin bi awayî dijhiqûqî kirin bin çavan. Li dijî zextan jinan îradeya xwe nedan çewisandin. Îktidar bi pêkanînên xwe êrîşî zarokan dike. Bi zagonên efûkirinê tecawizkaran diparêze. Em ê bi boyaxên xwe yên mor serîhildana xwe bidomînin."