‘Destên wî bi lastikê girêdan û binçav kirin’

  • 09:15 2 Çile 2020
  • Rojane
WAN - Li gundê Ezik a Erdîşê sê meh berê jina bi navê Zerîfe Can bi îşkenceyê hat binçavkirin. Xizma Zerîfeyê, Hamîde Can bal kişand ser îşkenceya leşkeran û got: "Gelo ev zilm wê heta ku derê biçe. Em şer naxwazin. Em îşkenceyan qebûl nakin. Em zilm û neheqiyê naxwazin."
 
3 meh beriya niha leşkeran bi ser gundê Ezîk a Erdîş a Wanê de girtin û Zerîfe Can (31), hevjînê wê Faruk Can û birayê wê Ubeyît Can bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û şandin girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T ya Wanê. Xizma wan Hamîde Can diyar kir ku her tim bi ser gundê wan de tê girtin û got dixwazin bi zextan wan biçewisînin.
 
‘Destên wî bi lastikê girêdan û binçav kirin’
 
Hamîdeyê destnîşan kir ku cendermeyan li ser îxbarekê bi ser mala birayê wê Faruk Can de girtine û got: “Destên Faruk bi lastikê girêdan. Piştre lastik vekirin û kelepça hesin lêxistin. 3 û 4 saetan lêgerîn kirin. Tevî ku tiştek nedîtin, her sê jî binçav kirin. Her tim bi ser malên me de digirin. Zarokên me ditirsin. Di dema serdegirtinê de ez ducanî bûm. Ez gelek di bin bandora wê de mam. Şevekê ji tirsan ez rabûm ku zarok ji ber min çûye.”
 
‘Hewl didin me biçewisînin’
 
Hamîdeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ji vê zilma li ser Kurdan re êdî bes e. Gelo ev zilm wê heta ku derê biçe. Em her ku aştî û azadiyê dixwazin ew zextan zêde dikin. Em şer naxwazin. Em yekitiyê dixwazin. Em îşkenceyan qebûl nakin. Em zilm û neheqiyê naxwazin. Em nizanin çim xizmên me hatine binçavkirin.”
 
‘Zarok her tim dayika xwe dipirse’
 
Hamîdeyê bi lêv kir ku ew niha li zarokê Zerîfeyê dinêre û got: “Her tim dayika xwe dipirse. Psîkolojiya wî ne baş e. Ji roja dayika wî hatiye binçavkirin her tim dipirse. Em nizanin ku Zerîfe çima hatiye binçavkirin. Em li zarokê wê dinêrin. Hewcedariya zarok bi dayika wî heye. Divê demildest bê berdan.”