‘Desthilatdarî di pêşîgirtina şîdetê de ne ji dil e’

  • 09:12 2 Çile 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Ji damezerînerên Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati, Canan Arin diyar kir ku giştînameya ku wezareta dadê ji bo pêşî li şîdeta li ser jinê bê girtin weşandiye, nêrînên rêxistinên jinan nehatiye girtin û got: “Bi tu awayî nêrînê rêxistinên jinan nehatiye girtin û ev jî tê wateya desthilatdarî bi awayekî ji dil pêşî li şîdetê nagire.” Nûnera KCDP’ê ya Stenbolê Fîdan Ataselîm jî got piştevanî gelek girîng e.”
 
Wezareta Dadê bi armanca pêşî li şîdeta li ser jinê bê girtin giştînameyek weşand lê di vê mijarê de nêrîna rêxistinên jinan nehat girtin.
Yek ji damezerînerên Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Caran Arin, helwesta desthilatdariyê ya ku nêrîna rêxistinên jinan negirtiye rexne kir û got: “Negirtina fikr û nêrîna rêxistinên jinan, bêsamimiyeta desthilatdariyê nîşan dide. Ji ber ku tu carî li Tirkiyeyê ji bo pêşî li şîdetê bê girtin îradeyek siyasî çênebû. Berovajî vê xwestin rêbazên îslamî bînin. Em dibêjin wekheviya zayendî , ew jî dibêjin ‘em ê îslamê biparêzin’.
 
‘Dixwazin civakê bi olê bi rê ve bibin’
 
Cananê bi lêv kir ku desthilatdarî weke ku wê ol jinan biparêze nîşan didin û got: “Weke ku rêbazên olî jinan diparêze, tev digerin. Ji ber ku dixwazin hemû civakê li ser hîmên olî ava bikin, rêxistinên jinan muxatab nayên girtin. Ger amadekirina giştînameyekê hebe divê rêxistinên jinan jî muxatab bên girtin. Saziyên ji aliyê desthilatdariyê ve hatine avakirin, tu eleqeya wan bi mafê jinan û xebatên jinan tune ye. Desthilatdariyê dît ku tevgera jinan roj bi roj xurt dibe. Ji ber vê jî di bin navê saziyên civaka sivîl de saziyên sexte ava kir.”
 
Cananê destnîşan kir ku desthilatdarî di bin çavçoveya ‘veşariyê de’ dixwaze jinan bêdeng bike û biçewisîne û got: “Der barê jinan de gelek qanûnan, giştînameyan derdixin lê fikra jinan nagirin. Di rojên borî de der barê jinan de civînek pêk hat lê der barê jinan de tu kes li wir tunebûn. Civîn hemû ji mêran pêk dihat. Ger bixwazin ji bo jinan tiştekî bikin divê ewil fikra jinan bigirin.”
 
‘Em ê bi piştevaniyê bi ser bikevin’
 
Ji Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya Stenbolê Fîdan Ataselîm bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinan û wiha berdewam kir: “Divê jin xwe rêxistin bikin û bibin yek. Ji ber piştevaniya jinan her diçe bi rêxistin dibe, tevgera jinan jî xurt dibe. Ji ber jin der barê jiyana xwe de biryaran didin ji aliyê mêran ve tên kuştin. Berxwedana Las Tesîs li her derê cîhanê belav bû lê li Tirkiyeyê jin rastî êrîşê hatin. Jinan ev jî beralî kir. Li dijî her cureyê êrîşê jin wê şûnde gavê navêjin. Bi tu awayî wê şîdet bi ser nekeve. Em ê vê bi têkoşîna jinê qezenc bikin.”