Rêxistinên mirovî yên heremî xwedî li koçberan derdikevin

  • 09:04 2 Çile 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Ji ber êrîşan gelek welatî neçar man ku cih û warê xwe terk bikin. Hevseroka ofîsa kar û barên rêxistinên mirovî Bêrîvan Îsa diyar kir ku pêwistiya alîkariyê heye û got: "Em li gorî derfetên xwe alîkariyê didin, lê belê terê nake. Em bang sazî û rexistinan dikin ku alîkariyê bidin welatiyên ku ji ber şer mexdûr bûne."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê ji 9’ê cotmeha 2019’an ve êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dikin û demografiya herêmê dixwaze biguherîne. Di encama êrîşan de bi hezaran kes koçber bûn, bê cih û war man. Malbatên ku ji ber êrîşan koçber bûne li herêmên bi ewle yên di bin serweriya rêveberiya xweseriya demokratîk de bi cih bûn. Ji wan hezar û 211 malbatan nêzî 6 hezar û 190 kesî li kantona Kobanê ya herêma Firatê bi cih bûn. Ofîsa kar û barên rêxistinên mirovî li herêma Firatê bi koçberan re dibe alîkar û li gor derfetên heyî alîkariyê pêşkêşî wan dike. Derbarê mijarê de Hevseroka ofîsa kar û barên rêxistinên mirovî li herêma Firatê Bêrîvan Îsa, ji ajansa me re qala rewşa koçberên li herêma Firatê kir. 
 
'Pêwistiya koçberan bi alîkariyê heye'
 
Bêrîvanê destnîşan kir ku bi êrîşên dewleta tirk bi hezaran şêniyên herêmê koçber bûn û wiha pê de çû: "Şêniyên ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûn li herêmên bi ewle yên di bin serweriya rêveberiya xweser de bi cih bûn. Hejmarek ji wan koçberan nêzî hezar û 211 malbat ango 6 hezar û 190 kes ber bi herêma Firatê û bi taybet kantona Kobanê ve hatin. Dema ku koçberên ji Serêkanî û Girê Spî hatin ji gelek rêxistanan yên herêmê alîkarî ji wan re hat dayîn. Em hewil didin xwe bigihînin hemû malbatên koçber bûne, lê heta niha me xwe negihandiye hemû malbatan. Rojane koçber serlêdan dikin û gorî derfetên heyî em alîkariya wan dikin. Pêwistiya koçberan bi her awayî alîkariyê heye, ji ber ku dema ev malbat ji malên xwe koçber bûne nekarîne tiştekî bi xwe re bînin. Bi taybet di vê demê de pêwistiya koçberan bi mazot û sobeyan heye, hin rêxistin sobe şandin lê li gorî hejmara malbatan kêm in."
 
'Ji bo gelên herêmê bê cih û war nemînin kampa koçberên Girê Spî hat avakirin'
 
Bêrîvanê diyar kir ku li bajarokê Til Semin kampa koçberên Girê Spî hatiye avakirin û wiha bal kişand ser rewşa koçberan: "Nêzî 100 malbat li kampa koçberên Girê Spî de bi cih bûne. Heta niha ji bilî rêveberiya xweser tu rêxistinan alîkarî pêşkêşî koçberên li kampê nekirine. Piranî koçberên ku li Kobanê bi cih bûne mal bi kirî girtine yan jî du sê mal di malekê de ne û piraniya wan di dikanan de bi cih bûne. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe re didin nîşan dan ku ev kampa koçberên Girê Spî mezine û dikare hezar malbatî hembêz bike. Ji bo kesên ku bê cih û war mane dikarin di kampê de bi cih bibin û wê rêveberiya xweser li gor derfetên heyî alîkariya wan bike."
 
Bêrîvan di dawiya axaftina xwe de bang ji rêxistinan kir û wiha bi dawî kir: "Bangewaziya me ji bo rêxistinên mirovî û mirovên xêrxwaz ku alîkariyê pêşkêşî koçberan û gelên kampê bikin. Em bi hêvîne ku wê di demek nêz de herêmên me yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de rizgar bibin û gelê me vegere ser mal û warên xwe."