‘Hilweşandina pergala serdest a mêr wê ne hêsan be lê ne zehmete jî’

  • 09:01 2 Çile 2020
  • Rojane
 
 
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevşaredaran balkişandin ser tayînkirina qeyûman û diyar kirin ku ev ne hiqûqî û ne jî ehlaqiye û got: “Nikarin destkeftiyên me yên bi têkoşînê hatine girtin ji destê me bigirin. Hilweşandina pergala serdest ya mêr ne hêsane lê ne zehmete jî.”
 
Piştî hilbijartinên 31’ê adarê yên herêmî şûnde ji bo 3 şaredariyên bajarên mezin, 26 navçe û 3 bajarên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin û hevşaredar ji peywirê hatin girtin û xistin girtîgehê. Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û hevşaredara Pîranê Yasemîn Uçer tayînkirina qeyûman û pergala hevserokatiyê nirxandin.
 
Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak bi lêv kir ku pergala hevserokatiyê ligel nûneriya wekhev a jin û mêr, feraseta rêveberiya demokratîk jî pêş xistiye û got: “Pergala hevserokatiyê modekele rêxistinbûna civakî ya bi awayekî wekhev li qadên jiyanê pêş xistiye. Pêşketina herî girîng û destkeftiya herî girîng ya modela hevserokatiyê, ev e ku jinan di her qadê de cih daye.”
 
‘Civakek azad wan nerehet dike’
 
Naşîde diyar kir ku ligel têkoşîna jinan ya ku bi sedsalane berdewam dike, rêxistinbûneke jinê ya li dijî zîhniyeta serdest ya mêr hatiye avakirin jî hene û got: “Jin bi bedelên mezin destkeftiyên xwe bi dest xistin. Niha jî desthilatdarî li hemberî pergala hevserokatiyê êrîşên xwe didomîne. Kes êdî bêdeng namîne. Ketiye nava lêgerînê û tiştên ku tên jiyîn rexne dike. Mafê xwe diparêze." 
 
‘Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin’
 
Naşîdeyê destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman tu aliyê wê yê hiqûqî û mirovane tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tayînkirina qeyûman pêkanînên kêfî ne. Hevşaredar beyî delîl û bi îdiayên vala tên girtin. Em qeyûman qebûl nakin. Pergala hevserokatiyê di rêziknameya partiya me HDP’ê de modeleke ku fermiyet qezenc kiriye. Em ji bo mafên xwe yên ku me hêsan qezenc nekirine, wê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe ya maf bidomînin. Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin.”
 
‘Her tim hedefa ewil jin bûn’
 
Hevşaredara Pîranê Yasemîn Uçer jî bi lêv kir ku li Tirkiyeyê di salên dawî de êrîşek topyekun li dijî jinan mijara gotinê ye û got: “Armanca wan ev e ku jinan ji civakê dûr bixin, tenê bihêlin û mafên wan ji dest bigirin. Di qada siyasî de ev tê jiyîn. Hem li dijî partiya me hem li dijî jinên siyasetmedar êrîşek heye. Di furya girtin û binçavkirinê de hedefa ewil jin in. Bi vê re jî berê xwe dan destkeftiyên jinan. Di tayînkirina qeyûman de ev bi aşkera tê dîtin.”
 
‘Pergala hevserokatiyê ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin’
 
Yasemînê her wiha balkişand ser binçavkirina hevşaredaran û got: “Beyî delîl tên girtin. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune. Hevşaredarên me yên Pasûrê li ser îfada şahidê veşarî hatin girtin. Li ser vê jî qeyûm hat tayînkirin. Pergala hevserokatiyê ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin. Ji ber ji pergala hevserokatiyê ditirsin êrîş dikin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”