Şêniyên Silûkê li dijî kiryaran daketin qadan

  • 17:15 1 Çile 2020
  • Rojane
GIRÊ SPÎ - Şêniyên bajaroka Silûkê yê girêdayî kantona Girê Spî yê li hemberî kiryarên artêşa Tirk li herêmê daketin qadan.
 
Çavkaniyan ragihandin ku şêniyên bajaroka Silûkê yê girêdayî kantona Girê Spî li hemberî kiryarên artêşa Tirk û çeteyên li herêmê meş li dar xistin. Li herêmê li hemberî sivîlan kiryarên derexlaqî zêdetir li pêş ketin. Her wiha bandora kêmbûna xwarinê û bûhabûna tiştan jî êdî şêniyên ku li vir dijîn bêzar kirin. Her wiha gotina ku li vir êdî ewlehî pêkan e piştî ku bûyer rûdan tûnebûna ewlehiyê bêtir derxist holê.