'Jiyan bi keda destên jinê xweştir û watedartir dibe'

  • 09:05 1 Çile 2020
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê, jiyana li bajarê Efrînê anîn ziman û gotin: "Li Efrînê jiyan bi destê jinê xweştir û watedartir dibû. Dayikên kurdan hem karê malê û hem jî karê li ser erdan de dikirin."
 
Her dayikek bi civaka xwe tê nasîn. Jiyan bi berhemên jinê xweş û watedar dibe. Dayikên kurdan ruxmê zehmetiyan, jiyanê bi huner û berhemên xwe xweşik dikin. Dayikên Efrînê jiyana bajarê Efrînê nirxandin û hêstên xwe parve kirin. 
 
'Jiyan bi destê jinê watedar e'
 
Eyşe Xilo ya ji gundê Dîkê ya Efrînê ye û 54 salî ye,  jiyana bajarê Efrînê nirxand û wiha got: "Me li Efrînê karê erdan pir dikir û gelek tişt diçand. Me genim ji bo nan û xwarinê kom dikir. Em hemû li hev diciviyan û em bi hev re dixebitîn. Me ji gelek berhemî sûd werdigirt. Di jiyana me ya berê de em hemû bi hev re dibûn alîkar û pêwistiyên hev pêk dianî. Her wiha me ji mast rûn derdixist  û me xwarin pê çêdikir. Ev hemû bi destê jinê dihatin amadekirin. Jiyan bi destê jin watedar e. Lê niha li Efrînê jiyan li jinan kirine dojeh."
 
'Jin li Efrînê hemû kar bi rê ve dibirin'
 
Medîne Mihemed behsa jiyana Efrînê kir û wiha domand: "Jin li Efrînê pêşeng bû. Jin li Efrînê hemû kara bi rê ve dibirin. Ev hemû bi saya fikrê Rêber Apo ye ku ji me re derfetê jiyanê ava kir û mafê me ji me re vegerand."
 
'Di her çîrokekê de rastiya civakê hebû'
 
Emîne Mehmud jî bal kişand ser jiyana kevin û wiha pê de çû: "Jiyana berê gelek xweş bû. Li gundan êvaran li derdora agir em kom dibûn û me çîrok ji hev re digotin. Di her çîrokek dayikên me ji me re digotin de di bingehê de rastiya civakê hebû. Jinan kevneşopî parastin û anîn heta vê rojê. Lê tiştê herî bi êş ew e ku her dem zihniyeta baviksalarî jinê ji jiyanê qut dike. Mêr û civak di bin navê şermê de jinan di malan de kîlît dikin. Piştî fikir û felsefeya Rêber Apo jin ji tarîtiyê derket û riya wan ronî bû.