'Mala Jinê mala parastina mafan e'

  • 09:03 1 Çile 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Ji Rêveberiya Mala Jinê ya herêma Firatê Sultan Hemdî kar û xebatên mala jinê nirxand û wiha got: "Em ê xwedî li mafê jinan derkevin. Em ê xebatên xwe bêtir pêş bixin."
 
Mala Jinê ya Kantona Kobanê di sala 2012’an de piştî şoreşa 19’ê tîrmehê hat avakirin. Lê di 15’ê Îlona 2014’an de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê mala jinê, bi giştî sazî û dazgehên Kobanê hat girtin. Di encama berxwedana şervanên YPJ/YPG’ê ya 134 rojan bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin. Ji nû ve sazî û dazgehên Kobanê hatin vekirin, yek ji wan Mala Jinê ya Kobanê bû. Destpêka avakirina mala jinê ji civaka Kobanê re wek tiştekî nû dihat dîtin û ev pergal ji aliyê mêran ve nedihat pejirandin. Lê bi demê re û piştî ku mala jinê gelek pirsgirêkên jinan û mijarên di navbera hevjînan de çareser kirin, êdî pergala mala jinê di nava  civakê de hat pejirandin û wek rêya çareseriyê tê dîtin. Piranî pirsgirêkên ku mala jinê rastî wan tê zewaca temenê biçûk e, ew hewil didin ku bi rêya nîqaşan çareser bikin. Lê dema ku neyê çareserkirin êdî mala jinê wê pirsgirêkê ji dadgehê re radigihîne û bi rêya edaletê tê çareserkirin. Xebatkarên mala jinê berxwedan û têkoşîneke mezin li hember hişmendiya baviksalarî didin meşandin û bi saya berxwedana wan îro karê mala jinê di asteke baş de ye.
 
Ji Rêveberiya Mala Jinê ya herêma Firatê Sultan Hemdî, di derbarê kar û xebatên mala jinê de bersiva pirsên ajansa me da.
 
Karê mala jinê di kijan astê de ye?
 
Di encama têkoşînê de karê mala jinê pêş ketiye û jin hewil didin ku hişmendiya baviksalarî û bidin tunekirin. Em hewil didin karê xwe hîn bi awayekî baştir pêş bixînin. Ji ber sedemên ku jin di nava civakê de rastî şîdetê dihatin me pêwîstî bi avakirina mala jinê dît. Şer û dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bandorên neyînî li ser kar û xebatên me dike. Di encama vî şerî de gelek kes koçberî derveyî welat dibin û gelek jin tevlî zarokên xwe li herêmê dimînin, em jî weke mala jinê hewil didin ku xwedî li van jinan derkevin û bi wan re bibin alîkar. Ji bo em bikaribin bi awayekî baştir bijîn û li ber xwe bidin em rêxistinkirina xwe xurtir dikin. 
 
Hûn çiqas xwedî li keda Eyşê derdikevin?
 
Di keseyeta şehîd Eyşê de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Şehîd Eyşê ji bo pêşxistina kar û xebata mala jinê kedeke mezin da, mohra xwe li têkoşîna mala jinê da û di nava gel de dihat hezkirin ji ber ku edalet diparast. Eyşê yek ji avakerên mala jinê bû. Wek mala jinê soz didin karê ku Eyşê di nêvî de hiştiye em ê bi awayekî bi edalet û serketî bi ser bixin û temam bikin. Em ê têkoşîna xwe xurt bikin û rêya Eyşê bişopînin. Ez soz didim Eyşê ku ez ê mafê jinan biparêzim û edaletê bidim meşandin, çi ji min bê xwestin ez ê pêk bînim.
 
Pirsgirêkên ku derdikevin pêşiya we hûn çawa çareser dikin?
 
Pirsgirekên cur be cur ji mala jinê re tên ragihandin. Dema ku pirsgirêk ji mala jinê re tên ragihandin em di destpêkê de wê pirsgirêkê lêkolîn dikin, paşê em bi her du aliyan re nîqaş dikin û demek dirêj didin wan nêzî 9 mehan ew pirsgirêk dimîne û her du alî bi şaşitiyên xwe dihesin. Paşê ger bi riya nîqaşan nayê çareserkirin, em derbasî dadgehê dikin û hewil didin bi rêya zagonsazîyê çareser bikin. Em hewil didin ku bi awayekî wekhev nêzî pirsgirêkên her dû zayendan bibin. Bêriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kesên ku berdêlî yan jî di temenê zarokatiyê de tên zewicandin nedihatin parastin, lê niha bi rêya perwerdeyan pirsgirêkên bi vî rengî kêm bûne. Me mala parastinê ji jinan re vekiriye. Heta ji me tê em bi pirsgirêkan re mijûl dibin û têkoşîna çareseriyê didin.
 
Jin û mêr çiqas bi çareseriyên mala jinê bawer in?
 
Kesên ku berê xwe didin mala jinê bi dilrihetî vedigerin malên xwe, ew pirsgirêk ku bi çi awayî be jî em baweriyekê didin gel ku mala jinê mala çareseriyê ye. Dema ku pirsgirêk tê gel me bi rêya nîqaşan em hewl didin ku çareser bikin. Bi vî rengî ew berê xwe didin deriyê me û dibêjin em dixwazin hûn pirsgirêka me çareser bikin. Bi taybet dema ku dibihîsin pirsgirêka cîran an jî hevalên wan çareser bûye hîn bêhtir baweriya xwe bi me tînin.