'Ji bo têkbirina netewa demokratîk rê li pêşiya çareseriya siyasetê hat girtin'

  • 09:03 1 Çile 2020
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediye Yûsif geşedanên dawî nirxand û wiha got: "Sûriye di pêvajoyek hesas re derbas dibe. Hemû aliyên hegemonîk hewil didin serweriya xwe li ser axa Sûriyeyê bidin meşandin."
 
Di nav geşedanên di nava Rojhilata Navîn de hevsengiya siyasî roj bi roj tê guhertin. Her aliyek bi daxwaza firehkirina erdinîgariya xwe, bi serweriya xwe tev digere. Têkîldarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediye Yûsif rewşa dawî nirxand.
 
'Aloziya ku heyî dê rewşa Îranê mîna Iraq û Lîbyayê bike'
 
Hediyeyê di destpêkê de rewşa Îranê nirxand û wiha got: "Şerê cîhanê yê sêyemîn gihîştiye asteke pir hesas û xeter. Di nav vê pêvojoyê de hemû hêzên hegemonîk ketine nava pevçûneke ku her yek serweriya xwe pêş dixe. Hêzên hegemonîk di vê salê de plana wan dorpeçkirina Îranê bû. Bi riya siyaset û ferzkirina ambargoyên aborî ku Îranê neçarî vekişandinê ji gelek deverên ku cihê xwe tê de girtiye kirin. Li kêleka wê jî aboriya Îranê  lawaz xistin, ji bo ku aloziya Îranê kûrtir bibe. Dema ku Îran rewşek wiha bijî, ew ê ji çêkirina ûranyûm yan jî vekişandina ji hemû dewerên Rojhilata Navîn bîn ber çavan. Li hember zextên ku tên meşandin rewşa Iraq, Lubnan û Yemenê dihêle ku rewşa Îranê xirabtir bibe. Ji bo ku Îran xwe ji van aloziyan xilas bike, hewil dide hin hevpeymananan li gor bernameya neteweyî çêbike û têkîldarî rewşa Îranê di aliyê hundirîn de, bi rêya tundî dixwaze çareser bike. Rêjeya birîndar û kuştiyên Îranê gihîştiye asta ku nayê zanîn. Aloziya ku heyî dê rewşa Îranê mîna Iraq û Lubnanê bike."
 
'Tirkiye bi eşkere dewletên navneteweyî tehdît dike'
 
Hediyeyê di domandina axaftina xwe de erk û hebûna Tirkiyeyê di Rojhilata Navîn de nirxand û wiha pê de çû: "Hêzên hegomonîk ji bo ku pilanên xwe pêk bînin Tirkiyeyê bi kar tînin. Hin cihên stratejîk ku berjewendiyên hêzên navneteweyî diparêzin hene. Dewleta tirk jî dixwaze cihê xwe mayinde bike. Dixwaze qada dagirkeriyê berfireh bike. Loma alîkariyê bi komên çeteyan dike. Niha jî dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe pêş bixe dibêjin em ê leşkeran bişînin Lîbyayê. Di roja me ya îro de dewleta tirk eşkere dewletên navneteweyî tehdît dike."
 
'Ji bo têkbirina netewa demokratîk rê li pêşiya çareseriya siyasetê hat girtin'   
 
Hediyeyê bal kişand ser planên Tirkiyeyê û wiha dom kir: "Dewleta tirk koçberan li dijî dewletên navneteweyî wekî alavek gefê bi kar tîne. Di heman demê de Tirkiye di bin navê koçberan de berjewendiyên xwe yên kesayetî diparêze. Dewleta tirk ji bo parastina çeteyan NATO tehdîd kir. Ji bo têkbirina netewa demokratîk rê li pêşiya çareseriya siyasetê hat girtin." 
 
'Berdewamiya vê planê dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî bû'
 
Hediyeyê wiha dewam  kir:"Bi armanca lawazxistina projeya netewa demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû rûniştandin rê li pêşiya çareseriya siyasî hat girtin. Hemû çeteyên dewleta tirk li Efrîn û Idlibê hatin bicihkirin. Rûsya jî xwest hebûna xwe ya Sûriyeyê li dijî Emerîka û hêzên koalisyonê xurtir bike. Loma ji bo serketina planên Rûsyayê tirkiye hat bikaranîn. Di hevpeymana Astanayê de biryara teslîmkirina Idlibê û gundewarên wê ya ji bo Rejîma Sûriyeyê hebû. Berdewamiya vê planê dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî bû."
 
'Berxwedana QSD'ê bû mînak'
 
Hediyeyê anî ziman ku dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji komkujiyan re digirin û wiha got:"Di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de helwestên gelek dewletan derketin pêş. Emerîka jî ji bo çekên xwe bifiroşe çavên xwe ji êrîşên dewleta tirk re digire. Emerîkayê tenê cihên petrolê parast. Tirkiye jî cihên ku dagir kir demografiya wê guhert û çete li wir bi cih kir. Dewleta tirk alîkarî da çeteyan. Lê li dijî terorê jî yên bedelên giran dan kurd bûn. Şervanên QSD'ê her dem şerê terorê kir. Berxwedana QSD'ê bû mînak. Şervanên kurd her dem ji bo azadî û aramiya gel li berxwe da. Em ê jî heta dawiyê demokrasî, aştî û azadiya hemû gelan biparêzin"