TJA'yê bang li Yenî Şafakê kir: Rojnamegeriyê bikin

  • 16:48 31 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Aktîvîstên TJA'yê, bertek nîşanî nûçeyên rojnameya Yenî Şafak ku saziyên jinan hedef digire de got,"Heta ku wexta we heye vî zimanê xwe yê qirêj biterikînin. Em dibêjin rojnamegeriyê bikin. Divê hûn baş bizanibin ku şahidên nepen, dosyayên veşarî, nikarin rastiyan û îradeya gel bincil bikin"
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, bi armanca bertekê nîşanî sazî û dezgehên çapemeniyê yên alîgirê hikumetê ku aktivîstên wan hedef nîşan didin bide, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê daxuyanî da çepemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç, aktîvîstên TJA’yê û endamên partiyê yên beşdarî daxuyaniyê bûn pankarta “Jin Jiyan Azadî” vekirin. 
 
'Em nûçeyên derew şermezar dikin'
 
Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan daxuyanî da û wiha got: “TJA, di serî de li dijî tundiya li ser jinê, êrîşa zayendî a li dijî zarokan û pirsgirêkên civakî têdikoşe. Em nûçeyên nerast û derew ên derbarê hevşardarên jin û aktîvîstên jin de şermezar dikin. Rojnameyên alîgir, bi îdîayên veşartî, îtîraf û derewan, dixwazin raya giştî ber alî bikin. Bi polîtîkayên bloka faşîzma AKP-MHP’ê û îdîayên vale, hewl didin ku xebatên TJA’yê û rêveberiyên herêmî weke sûc nîşan bidin. Bi vê hişmendiyê êrîşî aktîvîstên me dikin. Bi van êrîşan hewl didin me jinan ji xebatên me dûr bixin û ji siyasetê derbixin.” 
 
'Zimanê xwe yê qirêj terk bikin'
 
Muazzez, bertek nîşanî sazî û dezgehên çapemeniyê yên nûçeyên derew derbarê aktîvîstên jin de di weşînin da û wiha bang li wan kir: “Vî zimanê xwe yê qirêj terk bikin. Rojnamegertiyek rast bikin.”
 
Muazzez, dest nîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên “dijminane” yên hikumetê tu carî serî netewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî têkoşîna me ya derbas bûyî, em ê di sala 2020’an de jî, li dijî rejîma qeyûm bi rengên xwe têkoşîna xwe dewam bikin. Hevserokatî xeta me ya xemriye. Wê kes nekaribe têkoşîn û xebata me ya jinan, krîmînalîze bike.”