Yekîtiya Mamosteyan bi boneya sersalê şahî li dar xist

  • 14:43 31 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Kobanê bi boneya sersalê şahiyek ji mamoste û xwendevanan re li dar xist. 
 
Yekîtiya Mamosteyan a kantona Kobanê bi boneya hatina sala 2020’an şahiyek ji mamoste û xwendekarên Kobanê re li dibistana Ş. Hogir li dar xist. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyê azadiyê dest pê kir. Paşê Hevserokê Yekîtiya Mamosteyan ê kantona Kobanê Basil Bozo sersala nû li mamoste û xwendevanan pîroz kir û wiha got: "Mamoste roleke girîng di civakê de dilîzin û em ji bo wan çi bikin jî kêm e. Bi armanca pêşwazîkirina sala nû bi mamoste û xwendekaran re me şahiyeke bi vî rengî li dar xist. Em hêvîdar in ku sala nû bibe sala serkeftin û azadiyê." 
 
Şahî bi gerandina govendê li ber stranên hunermed Yasir Yaşo bi dawî bû.