MEBYA-DER: Goristana Xerzanê mînaka kiryarên hikumetê ne

  • 14:23 31 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Rêveberiya Komeleya Çand û Yekîtîyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Jêderka Medeniyetê Winda Kirine MEB-YA-DER’ê ji bo balê bikişîne ser  faliyetên xwe ên ji Kongreyê heya niha û êrişên bi ser komeleyê de daxuyaniya çapemeniyê da.
 
Rêveberiya Komeleya Çand û Yekîtîyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Jêderka Medeniyetê Winda Kirine (MEBYA-DER) ji bo balê bikişîne ser xebatên xwe ên ji roja Kongreyê heya niha dane meşandinê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlementera HDP’ê Remziye Tosun, Hevserokên HDP’ê yên bajêr Hulya Alokmen û Zeyad Ceylan, TUAY-DER û malbatên wendayan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almaz  ve hat xwendin. Yuksel di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser komeleyê û wiha diyar kir; “
 
‘Ji kongreyê heta niha çalakiyên me’
 
Yuksel di destpêka axaftina xwe de qala girtina MEBYA-DER’ê kir û wiha got; “Bi rûdana darbeya li tirkiyê pêvajoya OHAL’ê jî dest pê kir bi wê re êriş li ser komeleyên me pêk hatin û hatin girtin. Bi qasî 3 salan komele girtî ma, lê malbatên di şer de jiyana xwe ji dest dane car din xwe digihandin me û tişta ji destên me dihat me ji bo wan pêk dianî. Piştî me bi awayekî fermî destûra berdewamkirina xebatan girt di 23’ê Hezîran ê de me bi 1’emîn Kongreya xwe re dest bi xebatan kir. Bi rêxistinek baştir me dest da malbatên ku kesên xwe di şer de wenda kirine û bi qasî ji me hat me alîkarî kir.”
 
‘Encamên DNA’yê bi mehan dernakeve’
 
Yuksel di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dewletê û wiha got; “Di şertên rojane de encamên DNA’yê di 24 saetên de tê tespît kirin lê îro em bi mehan dimînin li benda van. Ev rewş bi zanebûn îşkencekirina malbata ne. Dema teşhîskirina cenazeyan pirsgirêkeke girîng jî perçebûna cenazeya ne. Mînak malbatek ji bo cenazeyê xwe bigire ji Wanê tê Amedê dema xwest ku gora ku cenaze tê de veke sê cenazeyên perçe kirî dibînin. Ev jî dide nîşandan ku testeke rast a DNA’yê nayê kirin û cenaze li goristana bêkesan tên definkirin. Weke vê bi dehan mînak hene. Li gorî nirxên civakê heta cenaze neyê definkirin şîn xelas nabe. Bi van polîtîkayên ku tên meşandin şînê bi mehan dirêj dikin û malbat rastî işkenceyeke polîtîk û sîstematîk tên. Divê di demek nêzîk de dest ji vê nêzîkatiyê berdin. Li gor agahiyên ku me girtî di morga Amedê de 3 ya Meletiyê de 12 cenaze tên sekinandin.”
 
‘Ev sepandin li dijî nirxên mirovahiyê ne’
 
Yuksel destnîşan kir ku dema mirovekî jiyana xwe ji dest da mafê wî heye li gor çand û kevneşopiya xwe were şopandin û wiha berdewam kir: “Di hemû olan de wisa ye, lê ev sepandinên li dijî cenazeyan tên kirin ji derveyî nirxên mirovahiyê ne. Gelek cenaze wek ji malbatê tên revandin vecîbeyên olî pêk nayînin û defin dikin. Ji bo ku beşdarbûna definkirina cenazeyan çênebe û asteng bikin definkirina cenazeyan dihêlin saetên dereng ên şevê re. Endamên malbatê yên dixwazin ku beşdarî definkirinê bibin re destûr nadin. Bi 3 an 5 kesan re sînor dikin. Serlêdana ku malbat li saziya me bikin ji aliyê hezên ewlehiyê ve tê astengkirin. Malbat bi cenaze nedayînê ve tehdît dikin. Bi van polîtîkayên derûnî dixwazin malbatan bi tenê bihêlin.”
 
‘Goristana Xerzanê mînaka kiryarên hikumetê ne’
 
Yuksel bal kişand ser Goristana Xerzanê ya ku bi sedan cenaze jê hatî derxistin û got herkes dizane ji salên 90’î heta demê me cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dayî bi derfetên malbatan kişandine goristanê. Yuksel wiha berdewam kir; “ Gelek malbat piştî bi salan gihiştine cenazeyên xwe  goristaneke ku ziyaret bikin çêkirine. Lê dewletê tişta ku di tu bawerî û çandan de tune ye gor xerab kirin û hestî birin Stenbolê. Bi hewldana malbat hîn bûn ku cenaze li Stenbolê ne û çûn ji bo wergirtina cenazeyan xwîn dan. Malbatan cara duyemîn êş kişandin. Tişta li Goristana Xerzanê hatiye kirin tolhildan e îşkencekirina malbatan e. Ev yek ne li gor tu ol û mafê mirovan e. Em wek MEBYA-DER bang dikin malbatên cenazeyên zarokên wan li Goristana Xerzanê bila biçin ji bo DNA’yê xwînê bidin”
 
‘Bi hêviya di sala nû de mirin çênebe’
 
Yuksel di berdewamiya axaftina xwe de wiha destnîşan kir; “Ji bo ku komeleya me ev  3 sal in girtî ye, malbatên ku kesên wan jiyana xwe ji dest dayî nikarî serî li tu deran bidin. Li gorî lêkolînên me bi sedan cenaze li hin bajaran li goristanên bêkesan hatine definkirin. Li gor van daneyên di destê me de li Meletiyê 270, li Amedê 28, li Wanê 65, li Sêrtê 100 hatine definkirin. Dîsa bajarên ku me nikarî hejmarê diyar bikin weke Erzerom, Elezîz, Riha, Mêrdîn û Bilîsê jî bi sedan cenazeyên mirovan li goristanên bêkesan hatine definkirin.”
 
Yuksel herî dawî got em weke MEBYA-DER bang dikin ku kesên ji berê heta roja me jiyana xwe ji dest dan û cihê gora zarokên xwe nizanin bila serî li komeleya wan bidin. Yuksel wiha got; “Me saleke din ya bi êş li pişt xwe hêşt. Bi heviya di sala nû de mirin çênebin û aşitiyeke bi rûmet pêk were. Di serî de sersala malbatên xwe pişt re ya herkesê pîroz dikin.”