Hêzên Ewlehiya Hundirîn konferansa çapemeniyê li dar xistin

  • 14:33 30 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Hêzên Ewlehiya Hunderîn bilançoya salane bi konferanseke çapemenîyê li Rimêlanê, li dar xistin.
 
Hêzên Ewlehiya Hunderîn bilançoya salane bi konferanseke çapemenîyê li Akademiya Şehîd Mihyedîn a navçeya Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, li dar xist.
 
Bilançoya sala 2019’an bi du zimanan hat xwendin. Bi zimanê Kurdî ji aliyê rêveberiya asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve Menal Hac Elî hate xwendin.
 
Konferans bi pîrozkirina sala nû, bi dawî bû.