Hêzên Ewlehiya Hundirîn konferansa çapemeniyê li dar xistin 2019-12-30 14:33:44   QAMIŞLO - Hêzên Ewlehiya Hunderîn bilançoya salane bi konferanseke çapemenîyê li Rimêlanê, li dar xistin.   Hêzên Ewlehiya Hunderîn bilançoya salane bi konferanseke çapemenîyê li Akademiya Şehîd Mihyedîn a navçeya Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, li dar xist.   Bilançoya sala 2019’an bi du zimanan hat xwendin. Bi zimanê Kurdî ji aliyê rêveberiya asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve Menal Hac Elî hate xwendin.   Konferans bi pîrozkirina sala nû, bi dawî bû.