'Em rê nadin Erdogan li welatê me xeyalên xwe pêk bîne'

  • 11:19 1 Kanûn 2019
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Jinên herêmên Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta tirk nerazîbûnên xwe wiha vegotin: “Dewleta tirk hewl dide li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdema Osmaniyan vegerîn e. Lê em rê nadin ku Erdogan xeyalên xwe li welatê me pêk bîne.” 
 
Gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê bi çalakiyên cur bi cur nerazîbuna xwe didin diyarkirin. Her wiha rave dikin ku wê tucarî rê nedin dewleta tirk ku xaka wan dagir bike. Duh bi hezaran şeniyên herêma Firatê, Minbic, Tebqa, Reqqa û Dêre Zorê li navçeya Eyn Îsa kom bûn û li dijî dagirkeriyê meşiyan. Ajansa me bertekên jinên ku tevlî meşê bûn girtin.
 
‘Em dewleta tirk li ser axa xwe qebul nakin’
 
Dayika bi navê Kewser Hemo destnîşan kir ku ew dagirkeriya dewleta tirk li ser axa xwe qebul nakin û got: "Em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî wekhev, azad û aram dijîn. Bi êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê re bi hezaran kes ji herêmê koçber bûn. Dewleta tirk û hevkarên wê li herêmên ku dagir kirine dizî û talanê dikin, tiştek nehîştin û dizên mirîşkan e.  Em gelên Sûriyê yek in, va ye îro ji her derê, hemû pêkhateyên Sûriyê li vir kom bûn û li dijî dagikeriyê bertekên xwe nîşan didin.”
 
‘Em ê dagirkeriyê têk bibin’
 
Jina bi navê Nesrîn El-Elî ji pêkhateyên Ereb ya ji Minbicê ye da zanîn ku pêkhateyên Minbicê giştî hatine Eyn Îsa ji bo ku piştgirya xwe bi şêniyan re diyar bikin û wiha berdewam kir: “Dewleta tirk hewil dide ku serdema Osmaniyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejîne. Lê em rê nadin dewleta tirk xeyalên xwe pêk bîne. Em ê hemû pêkhate destên xwe bikin yek û dagirkeriyê bişkînin. Em hêz û vîna xwe ji şervanên QSD’ê digirin û heta dawiyê em ê piştgiriya wan bikin.”
 
‘Ev ax axa gelên Sûriyê ye’
 
Dayika şehîd Fayiz El-Ebid ku ji gundê Tişrînê tevlî meşê bibû jî wiha got: "Em dagirkirina dewleta tirk naxwazin. Ev ax axa gelên Sûriyê ye. Em nahêlin ku dewleta tirk axa me dagir bike û bi îzna xwedê em ê bi ser bikevin. Em li ser şopa şehîdên xwe ne.”
 
‘Em dagirkerî û parçekirina xaka xwe qebûl nakin’
 
Jina bi navê Saliha Ebdilrehîm a ji Eyn Îsa ye nerazîbûna xwe derbarê êrîşên dewleta tirk de wiha anî ziman: "Dewleta tirk û hevkarên wê di dema dawiyê de êrîşî navçeya Eyn Îsa kirin û êrîşên xwe berfireh kirin. Îro jî em li dijî van êrîşan daketine qadan. Bi saya şervanên QSD’ê gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li vir kom bûne ji bo ku piştgiriya xwe bidin diyar kirin. Em îro li ser axa xwe dijîn. Em tu carî dagikerî û parçekirina xaka xwe qebûl nakin.”
 
‘Em rê nadin dijmin ku bihustek ji axa me dagir bike’
 
Di dawiyê de jî jina bi navê Tehanî Lezîz ya ji Minbicê wiha got: “Wek jinên Minbicê îro em tevlî vê meşê bûn dijberî dagirkirina herêmên ji aliyê dewleta tirk ve û piştgiriya xwe bi şêniyên navçeya Eyn Îsa re didin diyarkirin. Ev herêm bi êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê re rû bi rû ye. Em jinên Minbicê îro li Eyn Îsa didin diyarkirin ku em ê li dijî êrîş û dagirkeriyê li ber xwe bidin û rê nedin ku bihustek ji axa me dewleta tirk û hevkarên wan dagir bikin.”