Şêniyên Kobanê Şehîdên meha Mijdarê bi bîr anîn

  • 10:58 1 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengtiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê, malbatên şehîdan û gelê Kobanê li goristana şehîd Dicle Kobanê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê de ku berdewam kirin daxuyanî dan û di kesayeta Şîlan Kobanê de hemû şehîdên meha Mijdarê bi bîr anîn.
 
Di pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan de bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ku çalakiyên xwe berdewam kirin û li dijî êrişên dewleta tirk û hevkarên wê malbatên şehîdan û gelê Kobanê bi daxuyaniyekê hêrs û nerazibûna xwe anîn ziman. Piştî daxuyaniyê di kesayeta Şîlan Kobanê de hemû şehîdên Kurdistanê û yên meha Mijdarê hatin bîranîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Ronahî Haco ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di demeke ku jinên cîhanê bi boneya 25’ê Mijdarê rabune ser piyan û desthladariyê şermezar dikin, dewleta tirk û hevkarên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên herî xirab li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Komên girêdayî dewleta tirk li herêmên ku dagirkirine hemû pêklanînên hovane ku DAIŞ’ê li dijî jinan pêk anîn dikin. Hemû cureyên tundiyê li ser jinan didin meşandin, mînaka herî ber bi çav jî qetilkirina Amara Rênas, Hevrîn Xelef û lîstina bi cenazeyên wan e. Ev komên çete bi rêya van êrîşên xwe ji cîhanê re îsbat kirin ku ew çeteyên DAIŞ’ê bi xwe ne, bes navê xwe guhartine.
 
Çeteyên di derheqê jinên Sûriyê de kirin giştî tundiye 
 
Ev sûc û sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra li dijî jinan  pêk anîn tundiya herî mezin e. Em bang li rêxistinên jinên komînîst ên azad dikin ku li hember êrîşên li ser jinan û yên li ser pêkhateyên Sûriyê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin, helwesta xwe diyar bikin û bixwazin ku Tirkiye li dadgehên navneteweyî bê cezakirin. 
 
Em li rex şervanên QSD'ê ne
 
Bi saya berxwedan û têkoşîna ku şervanên YPJ’ê dikin îro em di qadên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de kar didin meşandin. Bi boneya vê rojê em wek Meclisa Malbatên şehîdan piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re radigihînin û heta dawiyê em ê li rex wan bin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û meclisa ewlehiyê dikin ku piştgiriyê bidin û êrîşên dewleta tirk bidin sekinandin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Paşê bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce, bi navê rêxistina MLKP Erdal Cebo û rewşenbîr Zozan Bozan, Evîn Teyfor, Ceylan Berkel û Fatme Seydo helbest xwandin.
 
Paşê endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê helbest xwandin. Herî dawî li ser gorên têkoşerên azadiyê find hatin pêxistin.