‘Divê em zêdetir çalakî û bernameyan pêk bînin’

  • 09:46 1 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Nûnera ÎHD’ê ya Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê, civaknas Ezgî Sila Demîr, komxebata ‘Jin jiyanek bê şîdet diaxivin’ ku di rojên borî de pêk hat, nirxand û wiha got: “Pêvajoyên em jiyan zehmet bûn, lê divê em têbikoşiyana. Em jî di bin Tora Têkoşîna bi Şîdetê re de hatin cem hev û em gihiştin vê encamê û me komxebat pêk anî.”
 
Tora Têkoşîna bi Şîdetê re di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Ser Jinan a Navneteweyî de gelek bername pêk anîn û di 23’ê Mijdarê de jî komxebatek pêk anî. Nûnera ÎHD’ê ya Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê, civaknas Ezgî Sila Demîr der barê komxebatê de nirxandin kir.
 
‘Komxebat bernameya me ya ewil bû’
 
Ezgiyê destnîşan kir ku di çarçoveya Tora Têkoşîna bi Şîdetê re, mehê carekê civîn pêk anîne û di civînan de li ser rojevên jinan axivîne û got: “Bi wesîla 25’ê mijdarê me komxebat pêk anîn û ev jî bernameya me ya ewil bû. Berê xebatên saziyan çêdibûn lê ev xebatek bi nasnameya jinê pêk hat bû. Me di pankartên xwe de amblemên saziyan bikar neanî. Rojên wek 25 û 8’ê Adarê ji bo rêxistinên jinan girînge. Di vê çarçoveyê de jî fikara komxebatê derket holê.”
 
‘Me peymana Stenbolê nîqaş kir’
 
Ezgiyê bi lêv kir ku bi nûnerên saziyan re komek ava kirine û vê komê xebatên komxebatê meşandine û wiha berdewam kir: “Me li ser rêbazên têkoşîn û cureyên şîdetê sernavek ava kir. Em li ser rêbazên têkoşîna di qada hiqûqê de axivîn. Me Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 axivî. Di runiştina ‘jin û şer’ piranî rewşa jinên Êzidî yên Şengalê hat axaftin. Komkujiya Şengalê hat vegotin. Cureyên şîdetê hatin axaftin. Komxebat gelek erênî derbas bû. Ev demek dirêj bû bi pêşengiya jinan xebatek wisa pêk nehatibû. Lê divê em jin zêdetir dest bidin hev.Em ê xebatên xwe ji vir şûnde jî bi moralekî mezin bidomînin.”