Ji rojanemgerên jin bertek: Em dest ji têkoşîna xwe bernadin

  • 09:44 1 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Rojnamegerên jin bertek nîşanê binçavkirin û girtinên rojnamegeran dan û gotin: “Ji rojnamegerên jin destê xwe vekişînin. Em rojnamegerên jin tevî hemû êrîşan wê dest ji pênûsa xwe bernedin.”
 
Li hember rojnamegerên jin êrîş didomin. Li Îzmîrê di 12’ê Mijdarê de nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Ruken Demîr û rojnamegera Ajansa me Jinnewsê Melîke Aydin hatin binçavkirin û girtin. di 26’ê Mijdarê de jî li Enqereyê di serde girtina malan de nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Berîvan Altan hat binçavkirin û hîna di bin çavan de ye. Duh êvarê jî nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglu hatin binçavkirin. Rojnamegerên jin bertek nîşanê girtin û binçavkirinan dan û gotin divê hempîşeyên wan demildest bên berdan.
 
‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’
 
Ji Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Gulîstan Azak da zanîn ku di pêvajoya dawî de li hember jinan ‘neçîra pîrebokan’ hatiye destpêkirin û got tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye û binçavkirin û girtin encama vesayeta siyasî ye. Azadiya fikr û ramanê, careke din bi van girtinan hatiye dîtin ku tenê li ser kaxizê dimîne. Di hefteyên borî de hevalên me Ruken Demîr û Melîke Aydin hatin binçavkirin û girtin. Di 26’ê Mijarê de jî hevala me Berîtan di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Duh êvarê li Stenbolê hevala me Sadiye Eser hat binçavkirin.  Em van girtin û binçavkirinan şermezar dikin. Divê demildest hevalên me bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
‘Em ê şopdar bin’
 
Endama Komîsyona Mafê Mirovan a LGBTÎ û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gulfem Karataş jî wih agot: “Ji 2017’an heta niha gelek rojanemger hatin binçavkirin û girtin.Demên dawî berdana hinek rojnamegeran hinek em kêfxweş kirin. Me her hefte li ber girtîgeha Bakirkoyê çalakî pêk dianî.Me hewl dida em bibin dengê wan. Piraniya wan hatin berdan. Lê niha dîsa dest pê kir. Ev bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewletê ve tê kirin. Hevalên me ji ber faliyetên rojanemgeriyê tên girtin. Dixwazin pêşî li hevalên me bigirin. Lê wê hevalên me yên din nûçeyên hevalên xwe çêbikin. Em rojnamegerên jin jî wê şopdarê rewşê bin.”
 
‘Tirkiye di rêza herî xirab de cih digire’
 
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temal jî destnîşan kir ku Tirkiye di rêza rojnamegerên girtî de di rêza herî xerab de ye û got rojnameger beyî sedem tên girtin û divê demildest bên berdan. Îsmînazê ev tişt bi lêv kir: “Rojnameger ji ber nûçeyan nikarin bên girtin. Ev di alî prosedura rêxistina rojnamegerên navneteweyî de jî wisa ye. Ev di alî mafên rojnamegeran de jî wisa ye. Rojnameger fikra xwe îfade dike lê teqez rastiyê îfade dike. Rojnameger beyî sedem tên girtin. Divê bên berdan.”
 
‘Hevalên me berdin’
 
Nûçegîhana Dokuz8 Haber Zale Karademîr jî bertek nîşanê pêkanînên li hember rojnamegeran da û got: “Piştî rojnameger hatin binçavkirin, dema binpêkirinê jî tê dirêjkirin. Sedema binçavkirina hevalên me çi ne?Di hefteyên borî de du hevalên me yên jin li Îzmîrê hatin girtin. Li Enqereyê hevala me hîna di bin çavan de ye. Duh êvarê jî hevala me Sadiye Eser hat binçavkirin. Hevalên me rojnameger in. Tu sûcê wan tune. Karê xwe dikin.Divê hevalên me bên berdan. Wan peywira xwe kiriye. Pêşî li nûçeyên rast negirin.”