'Axa Kurdistanê hêja ye ku mirov xwe ji bo wê fida bike'

  • 09:04 1 Kanûn 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Meryem Osman a ji Bakurê Kurdistanê ya ku xwe weke parçeyek ji şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê dibîne li ser serpêhatiya jiyana xwe û tevlîbûna xwe ya şoreşê wiha dibêjê: "Sînorên azadiya Kurdistanê tune ye. Axa Kurdistanê hêja ye ku mirov xwe ji bo wê bike şoreş û di oxira wê de canê xwe feda bike." 
 
Di rastiya civaka Kurd e, çanda têkoşînê li pêş e û pêşengtiya wê jî jin dike. Jin, çavkaniya jiyan, têkoşîn û hezkirinê ye. Dema mirov qala dayikên têkoşer dikin ew roniya mirov di rojên tûj û tarî de diyar dibe. Aramiya bi hurmet a têkoşînê ye. Di nava vê civakê de gelek dayikên qehreman hene û ji her cure û zehmetiyên jiyanê re dibin bersiv. Meryem Osman bi temenê xwe 60 salî ye, li Bakurê Kurdistanê li bajarê Batmanê hatiye dinê û li Rojavayê Kurdistanê zewiciye. Meryemê tevî temenê wê yê mezin, di her çalakiyên têkoşînê de mirov wê dibîne bi rihekî germ û tevlîbûneke xurt çêdike. Laçika wê ya spî rihê wê yê aşîtiyê diyar dike. Nîşana wê ya serkeftinê şopdariya doza têkoşînê vedibêje. Jixwe hestên wê yên zindî kêfxweşiya jiyanê bi lêv dike. Me li çîroka Meryemê guhdar kir. 
 
'Tevî tundiya dewleta tirk, me dev ji doza têkoşîna xwe berneda'
 
Meryemê qala  serpêhatiya jiyana xwe ya li Bakurê Kurdistanê dike û wiha dibêjê: "Ez li Bakurê Kurdistanê hatime dinê. Di nava malbateke welatparêz de mezin bûm û fêrî çanda têkoşînê bûme. Li Bakurê Kurdistanê  em rastî gelek zilm û zoriyê dihatin. Dewletê her tim bi hincetên vala bav û birayên min digirtin. Dewletek ewqas hov, mafê mirov tê de binpê dikir. Tundiyeke mezin li ser mirovan dihat kirin û kesê ku dengê xwe kiribana jî, rastî qetilkirinê dihatin. Lê me dev ji doza têkoşîna xwe berneda."
 
'Li Rojava min rihekî nû ji qehremaniya dayikan nas kir' 
 
Di dewamiya axaftinên xwe de Meryemê destnîşan kir ku li ser hatina xwe ya Rojavayê Kurdistanê re û wiha domand:  "Li Rojavayê Kurdistanê ez zewicîm û min xatirê xwe êdî ji Bakur xwest. Ji xwe bi hatina min ji Rojavayê Kurdistanê re jî, ez pir kêfxweş bûm. Min dixwest ez fêrî çandeke kurdistanî nû bibim. Dibe em Kurd gelek tiştên me dişibin hev, lê her bajarek taybetmediyeke wê ya cuda heye. Li Rojava min rihekî nû ji qehremaniya dayikan nas kir."
 
'Min xwest para min jî di nava şoreşa jinê de hebe'
 
Meryemê di nava gotinên xwe de bal kişand ser tevlîbûna xwe ya têkoşîna şoreşa jinê li Rojavayê Kurdistanê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, min xwest para min jî di nava şoreşê de hebe û xeta ku ez li ser mezin bûme dewam bikim. Ez ketim nava ked û xebatê, lê vê carê bi rihekî azad bê tirs ez tevlî şoreşa jinê bûm. Ez sînorên azadiya Kurdistanê nas nakim. Min lawê xwe yê biçûk Silêman şand nava refên YPG'ê, da ku parastina axa Kurdistanê bike. Dilê min ji bo hemû parçeyên Kurdistanê lê dide. Ez bi axa Rojava ve hatim girêdan. Ev taybetmendiya dayika kurd e ku bê teredud ji bo welatê xwe her tiştî bike.  Ji bo min a girîng ew e ku zarok li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn û dijminên me destdirêjiyê li ser nirxên  me nekin."
 
'Min hezkirina  welat di dilê zarokên xwe de mezin kir' 
 
Meryemê li ser tevlîbûna zarokên xwe ya şoreşê wiha dibêjê: "Dema ku şerê  li dijî DAIŞ'ê li Dêrezorê dest pê kir, kurê min Silêman jî cih di nav de girt. Dema kurê min rextê cenga parastina gelan li ser bejna xwe dakir, min jê re got dayika te gelek êş dîtine, biçe gelê ku rastî zilmê tên rizgar bike. Bila îradeye te xurt be, derba xwe rast li dijmin bixe. Çavên mirovan bi azadiyê şa bike û tenê serkeftinê ji xwe re bike armanc. Bila rojekê tu kes ji min re nebêjê te zarokên xwe ji cenga azadiyê veşart. Ez dayikeke serbilind im  û canê min jî fedayî şoreşê ye. Axa Kurdistanê hêja ye ku mirov xwe ji bo wê bike şoreş." 
 
'Ez şopedara doz û têkoşînê me'
 
Meryemê di dawiya gotinên xwe de serfiraziya xwe bi şehadeta lawê xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî gelek hemleyên şer, Silêmanê min di şerê Dêrezorê de şehîd bû û li wir koça wî ya dawiyê bû. Ev roj min danîbû pêşiya çavê xwe ku ez ê bibim dayika pakrewanan. Dema wî li ser milan derbas kirin malê, da ku cara dawiyê ez wî bibînim , min rondik nebarandin û ji dil ve min lîrand û nîşana serkeftinê bilintir kir. Barê şoreşa min hîn zêdetir bû. Niha ne tenê erkê min têkoşîn e. Ez şopdara doz û têkoşînê me. Ez bawer im lawê min her gotinên min pêk anîn. Ew şehîd ket. Ez ne poşman im. Deh Silêmanê min jî heban min ê bixwesta ku ji bo doza azadiya Kurdistanê şer bikin. Lê bila dijmin bi welatê me şa nebe."