'Min ji zarokên xwe re balîfek ji kîsê nan çêkir'

  • 09:03 1 Kanûn 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên ku ji ber êrîşên tund ên dewleta tirk û komên girêdayî wê koçî navçeya Til Temirê bûne nêrînên xwe anîn ziman. Jinên li dibistanan bicih bûne wiha gotin:"Dewleta tirk û çeteyên wê malên me hilweşandin". Ev herêma Ewle ya ku dewleta tirk behsa wê dike çi ye? Ewlehiya herêmên me yên ewle têk birin û mal û milkên me jî dizîn. Ma herêma ewle ev e?"
 
Bi rengekî eşkere û li ber çavê raya giştî û NY'ê dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Rojava kirin û herêma Serêkaniyê û Girê Spî xistin bin kontrola xwe. Di encamê de zêdetirî 350 hezar kes ji her du herêman koç bûn û li kamp û dibistanan bicih dibin û bi zehmetiyên herî dijwar têkoşîna domandina jiyanê dikin. 
 
Malbat û jinên ku ji Serêkaniyê û gundên girêdayî navçeya Til Temirê neçarî koçberiyê bûn li dibistanên navçe û gundewarên Til Temirê bicih dibin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî 25 hezar koçberên Serêkaniyê, gundewarên Zirgan û Til Temirê li dibistanên navçeya Til Temir û gundewarên wê li dibistanan bicih dibin.  
 
Îro me berê xwe da Dibistana Welîd El-Rîfiyê û rewşa koçber, zehmetiyên ku dijîn û daxwazên wan şopand. 
 
'Bi hînceta 'Herêma Ewle' gundên me dagir kirin û mal û milkên me şewitandin'
 
Menal Mihemed Elî ya ji gundê Soda ya girêdayî navçeya Til Temirê ye û niha di bin kontrola dewleta tirk û komên wê de ye wiha got:"Bi hinceta Herêma Ewle du herêmên mîna Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin ev tenê jî qebûl nekirin mal û milkên gel jî talan kirin û şewitandin û min bi çav dît ku tirêkis anîn û gelek mal hilweşandin. Gotin em şerê kurdan dikin lê rastî ne bi vî rengî ye, ew şerê kurd, ereb û aşûriyan dikin. Tevî ku şerê kurdan jî dike, ma kurdan çi kiriye ji wî? Em li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn, derfetên ku Rêveberiya Xweser dame ku em bi azad û aramî bijîn tu kesî di dîrokê de nedaye me. Ne Rêjîma Sûrîyeyê û ne jî dewleta tirk nikare ev mafan bide me."
 
'Min ji zarokên xwe re balîfek ji kîsê nan çêkir'
 
Menalê zehmetiyên ku dijî wiha bi me re parve kir:"Gelek lihêf, balîf û îsfincê me hebûn û têra gundekî dikir ku di nav de razên. Lê niha? Niha em 10 kes di refekî de bicih dibin û li erdê radizên. 3 îsfinc hene. Ew jî ji bo zarokên biçûk nexweş nekevin li ser radizên. Ev ji mehekê zêdetir e kîsê nan kom dikim da ku balîfekê çêbikim da ku zarokên min serê xwe deynin ser. Em 10 kes di refekî de dijîn. Rêxistinên alîkariyê tenê du îsfinc û du betanî dane min. Ka di vê zivistanê de em ê çawa bikin? Li dibistanê zêdetirî 25 malbat dijîn. Tenê Paporek heye ku ewqas malbat xwarinê li ser çêdikin û ji bêhna dûmanê û mazotê wê rojekê zarokên me bifetisin."
 
'Ev çi Herêma Ewle ye?'
 
Semer Elî jî li ser êrîşên dewleta tirk û hezkirina xwe ya ji gundê xwe re neqiş dike û wiha dibêje:"Çi gunehê me ye ku em koçber bibin? Ez her roj li ser depê xewn û xeyalên xwe xêz dikim û îro jî min wiha nivîsand "Dewleta tirk û çeteyên wê malên me hilweşandin". Ev herêma Ewle ya ku dewleta tirk behsa wê dikir çi ye? Ewlehiya herêmên me yên ewle têk birin û mal û milkên me jî dizîn. Ma herêma ewle ev e?"