ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 1 Kanûn 2019
  • Rojev
*Dewleta tirk û çeteyên wê malên me hilweşandin". Ev herêma Ewle ya ku dewleta tirk behsa wê dikir çi ye? Ewlehiya herêmên me yên ewle têk birin û mal û milkên me jî dizîn. Ma herêma ewle ev e?" DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Meryem Osman a ji Bakurê Kurdistanê ya ku xwe weke parçeyek ji şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê dibîne li ser serpêhatiya jiyana xwe û tevlîbûna xwe ya şoreşê wiha dibêjê: "Sînorên azadiya Kurdistanê tune ye. Axa Kurdistanê hêja ye ku mirov xwe ji bo wê bike şoreş û di oxira wê de canê xwe feda bike." DÎMEN HEYE 
 
* Gulçîn Erdîş ya di encama qezayekê de bi sandalyeya tekerlek dijî, ne pençeşêr, ne civak û ne jî sandalyeya bi teker pêşî li têkoşîna wê ya jiyanê negirt. Gulçîn astengiyên derketin pêş wê wiha nirxad: “Li cihekî ku hemû kes zehmetiyan dijîn, ne pêkane ku astengdar jî rehet bijîn. Ji ber mirov êdî gelek bi hêrs in. Ger nebin asteng û riya me vebikin em ê her tiştî bijîn.” DÎMEN HEYE 
 
* Piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê şûnde, li Sûra Amedê rêveberiya xweser hat Îlankirin û 103 rojan qedexeya derketina derve berdewam kir. Gelek sivîlî jiyan axwe ji dest da û gel ji malên xwe bûn. Di serde 4 sal derbas bû û hîna talan û hilweşîn didome.
 
*Hunermenda şano û sînemayê Fusun Demîrel ku lîstika ‘Dersên Evînê’ dilîze, bertek nîşanê şîdet û êrîşa zayendî ya li hember jin û zarokan da û got: “Li şûna divê civak pêş bikeve, her diçe şûnde dikeve. Divê em têkoşîna topyekun bidin. Berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Ez jî vê li ser sahneyê tînim ziman. BI DÎMEN
 
*Piştî ku qeyûm tayînê şaredariya Artemît a Wanê bû, projeya ava cuhê nîvco ma. Welatiyan xwestin ku dora coha ku ji bo zarok û sewalan rîska mezine, bê girtin û bi lêv kirin ku qeyûm tu xizmetê nake. BI DÎMEN
 
*Rojnamegerên jin bertek nîşanê binçavkirin û girtinên rojnamegeran dan û gotin: “Ji ser rojnamegerên jin destê xwe vekişînin. Em rojnamegerên jin tevî hemû êrîşan dest ji pênûsa xwe bernadin.”
 
Nûnera ÎHD’ê ya Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê, civaknas Ezgî Sila Demîr, komxebata ‘Jin jiyanek bê şîdet diaxivin’ ku di rojên borî de pêk hat, nirxand û wiha got: “Pêvajoyên me jiyan zehmet bûn, lê divê em têbikoşiyana. Em jî di bin Tora Têkoşîna bi Şîdetê re hatin cem hev û em gihiştin vê encamê û me komxebat pêk anî.” BI DÎMEN