Li Hesekê û Qamişloyê Şîlan Kobanê hat bîranîn

  • 16:39 30 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ / QAMIŞLO - Bi boneya salvegera Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li Hesekê û Qamişloyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
 
Salvegera 15'emîn Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li bajarê Hesekê daxuyanî hat dayîn û li bajarê Qamişloyê jî semîner hat dayîn.
 
15’mîn salvegera Şehîd Şîlan li Hesekê hate bibîranîn
 
15’emîn salvegera Şehadeta Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) li Hola Selam a bajarê Hesekê hat bibîranîn.
 
Salvegera 15’mîn a şehadeta Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) endama Komîteya Navendî ya PYD’ê û hevalên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ku li bajarê Mûsilê di encama komployeke hevkar de di 29’ê Mijdara 2004’an de li ser sînorê Iraq û Sûriyê gihaştin şehadetê. Îro jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 15’mîn salvegera  Şîlan Kobanê û rêhevalên wê bi tevlîbûna rêveber û endamên saziya civaka Sivîl, Partiya Suryan û bi dehan şêniyên bajarê Hesekê bi bîr anîn.
 
‘Mîrasê berxwedan û têkoşîna jinan dewam dike’ 
 
Hola Selam bi wêneyên Şehîd Şîlan û rêhevalên wê, alên PYD’ê û wêneyên Şehîdan hatibû xemilandin, piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê Berdevka Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Stîvan Elî 15’mîn salvegera Şîlan Kobanê bi bîr anîn û got: "Mîrasa berxwedan û têkoşîna jinan li Rojava bi salan e dewam e. Mîras û rêka Şîlan Kobanê jinên Berxwedêr mîna Barîn, Avêsta, Amara, Dayika Eqîde û Hevrîn Xelef dewam kirin û bi hezaran jinên berxwedêr dê rêka têkoşîn û berxwedana wan a li hember cureyên tundiyê bi taybet dagirkerîyê dewam bikin."
 
‘Hedefgirtina siyasetmedaran dewam dike’
 
Stîvanê di dewamiya axaftina xwe de wiha got: "Hedefgirtina siyastmedaran dewam dike, ji despêka êrîşên Tirkiyeyê ya li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ ê Cotmehê de jin li Serêkaniyê û Girê Spî hatin hedefgirtin. Artêşa tirk û komên girêdayî wê jin kirin hedef, di nav de sekretera Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmehê de şehîd xistin.”
 
Stîvanê di dawiya axftina xwede teqez kir ku bi têkoşîn û berxwedana Şîlan, Barîn, Avesta, Amara û Hevrînan êrîşên dewleta tirk têk bibe.
Paşê sînevîzyon li ser jiyan û berxwedana Şîlan Kobanê hate pêşkêşkirin.
 
Bîranîn bi dirûşma “Şehîd Namirin“ bi dawî bû.
 
Şîlan Kobanê li Qamişloyê hat bîranîn
 
Bi boneya salvegera şehadeta Şîlan Kobanê û hevalên wê li Qamişloyê merasîma bîranînê hat lidarxisitin.
 
Salvegera şehadeta Şîlan Kobanê û hevrêyên wê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qamişlo hola seyran civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan şêniyên Qamişloyê, sazî û dezgehên sivîl endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
 
'Kesayeta Şîlan bi hêz û bi bandor bû'
 
Civîn ji aliyê  Şahoz Hesen ve hat birêvebirin. Şahoz, Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anî û wiha got: "Bi saya keda têkoşerên mîna Şîlan û rêhevalên wê şoreşa 19'ê tirmehê hate lidarxistin. Kesayeta berxwedêr Şîlan  bi hêz û bi bandor bû. Bandora Şîlan Kobanê li gel û bi taybet li jinan kir. Li ser şopa Şîlanan berxwedana Rojava mezin dibe û didome."
 
Civîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.