Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Kesên ku hatine binçavkirin bila bên berdan

  • 14:40 30 Mijdar 2019
  • Rojane
ÊLIH - Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Êlihê bertek nîşanî girtina 30 kesî dan û xwestin ku kesên hatine girtin bila demildest bên berdan.
 
Di 27'ê Mijdarê de di encama serdegirtina malan de tevî delegeyên KCD'ê, Endamên Komeleya Mafên Mirovan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên HDP'ê 30 kes li Êlihê hatibûn binçavkirin. Binçavkirina 30 kesî ji aliyê dadgehê ve 4 rojî hat dirêjkirin. Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Êlihê bertek nîşanî girtina 30 kesî dan û xwestin ku kesên hatine girtin bila demildest bên berdan û daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de gotin:"Em li dijî tundiya mêr-dewletê li ser piyan e."
 
'Divê demildest serbest bên berdan'
 
Endama PM'a HDP'ê Nûrten Uzumcu di daxuyaniyê de axivî û wiha got:"Kesên hatine binçavkirin divê demildest serbest bên berdan. Bi operasyonan dixwazin xebatên jinan kriminalize bikin. Em binçavkirina hevalên xwe şermezar dikin. Hevalên me yên jin li dijî hemû neheqiyên li dijî jinan li berxwe didin. Em ê tevî hemû êrîşan berxwedana xwe bidomînin."