Meclîsa Malbatên Şehîdan li dijî tundiyê daxuyanî da

  • 13:58 30 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, daxuyanî da.
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişloyê, ji bo şermezarkirina tundiya ku li dijî jinan tê kirin û bi taybet di şexsê Hevrîn, Amara û dayê Eqîde de, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan daxuyanî da. Daxuyanî bi tevlîbûna bi dehan Endamên Meclisê, dayik, hevjîn û zarokên berxwedêran pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Malbatê Şehîdan ya bajarê Qamişloyê Hêvî Seyid ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye
 
"Di 25'ê mijdarê de 3 xwişkên Mîrabel  di sala 1960'an de  ji aliyê diktaror Trujillo ve hatin qetilkirin. Xwişkên Mîrbael zorî û koletî qebûl nekirin, ji bo wê  bi hovîtiyeke mezin hatin qetilkirin. Îro careke din dîrok xwe dubare dike. Diktatorê demê Erdogan, dîsa bi êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li pêşiya çavê tevahî cîhanê, dîroka tundiyê tîne pêşberî mirovan.
 
Bi van êrîşên hovane gelek mirov hatin qetilkirin û ji malê xwe koç bûn. Erdogan hemû zagon û sinorên mirovahiyê derbas kir. Bi kiryarên xwe yê qirêj destê xwe dirêjî nirxê jinan kir  û bi laşê wan hat leyistandin. Mînakên wê jî siyasetmedara jin Hevrîn Xelef, şervana jin Amara û dayika têkoşînvan dayê Eqîda ye. Ev kiryarên qirêj şermek e ji bo tevahî mirovahiyê ye. 
 
Bi boneya vê rojê banga me ji bo tevahî saziyên mirovahî, hiqûqî, rêxistinên jin ku ji bêdengiya xwe derkevin û bertekên xwe li hember dewleta tirk û çeteyên wê nîşan bidin. Bi xwîna zarokên me, dunya ji terorê xelas bû û me azadiya gelan bi dest xist. Em weke jin hemû rengên tundiyê ên li ser jinan şermezar dikin. Têkoşîna me wê berdewam be, heta ku em bigihêjin armancên xwe bi jiyaneke azad û bê şer."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.