Sebahat Tûncel: Dem dema destpêkek nû û xurt e

  • 13:57 30 Mijdar 2019
  • Rojane
ENQERE - Sebahat Tûncel a li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Kandirayê tê girtin peyam ji bo Kongreya DBP'ê şand. Sebahatê got:"Pêşxistina yekîtiya di nava Kurdan de û avakirina di nava gelan de ji bo çarekeriya pirsgirêka Kurd a bi rêbaza demokratik û aştiyane pir  girîng e."
 
5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Salona Konferansê ya Dunya Tîcaretê dest pê kir. Kongre bi dirûşma “Bi rihê yekitiyê ber bi azadiyê ve” pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tûncel a ku li  Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Kandirayê tê girtin peyam ji bo Kongreya DBP'ê şand. 
 
Name ji aliyê Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Halide Turkoglu ve hat xwendin. Nameya Sebahatê wiha ye:
 
"Delege û dostên hêja yên Kongreya Giştî ya Asayi ya DBP’ê, ez we ji Zindana Kandirayê li ser navê girtiyên jin ên siyasî bi hurmetî û hezkirin silav dikim. Ez bawer dikim ku ji bo kongreya me bibe bersîva pêdiviyên demê dê niqaşên bi pêz pêş bikevin. Ez bawer dikim ku ev yek dê ji têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê ya Gelê Kurdistanê re bibe destekek mezin. Em Kongreya xwe di pêvajoya ku li Rojhilata Navîn û Cîhanê de, gel di pêşengiya jin û ciwanan de li dijî polîtîkayên serdest îtîrazan mezin dikin û bi taybetî li dijî pergala kapîtalîst a neo-liberal ku bi kirîza aborî û siyasî êdî nahêle civak bêhnê bistîne de di pêşengiya jin û ciwanan de têkoşîn mezin dibe de pêk tînin. 
 
Pergala modernîteya Kapitalist êdî krîza bingehîn dijî
 
Pergala modernîteya Kapitalist êdî krîza bingehîn dijî. Ji bo vê yekê jî bi taybetî li rojihilata navîn Şerê 3’emîn ê parvekirinê pêş dixe û dixwaze vê krîzê derbas bike. Di vê pêvajoyê de Gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Rojava, ji bo bi vîna xwe pêşeroja xwe diyar bike û azadiya xwe bi dest bixe, tekoşîna avakirina pergala jiyana demokratik, ekolojik, jin a azadîparêz pêş dixe. Dixwaze bi vê pergalê li dijî pergala Modernîteya Kapitalist bibe alternatif. Perala ku li Rojhilata Navîn di pêşengiya Gelê Rojava de tê avakirin ji bo Gelên Rojhilata Navîn dibe heviyek mezin. Mezinkirina vê hevî û pegralê erka me tevan e. Wekî Partiya DBP'ê; di ronahiya geşedanên civakî, aborî û siyakî yên li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê pêş dikevin de, em xwedî berpirsiyarin ku xwe ji nûve organize bikin û bi rêxistin bikin. Em berpirsiyarin vê erka xwe pêk bînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, pêşxistina civaka polîtîk û sincî, pêşxistina têkoşîna wekhevî û azadiya jinê, piştevaniya gelan û baweriyan a bi hevre û bilindkirina têkoşîna azadiyê, avakirina jiyana ekolojîk, dem dema em dest bi pêvajoyek xurt bikin e. 
 
Tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan tê meşandin, sedema esasî ya neçareseriya Pirsgirêka Kurd e
 
Pêşxistina yekîtiya di nava Kurdan de û avakirina di nava gelan de ji bo çarekeriya pirsgirêka Kurd a bi rêbaza demokratik û aştiyane pir  girîng e. Tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan tê meşandin, sedema esasî ya neçareseriya Pirsgirêka Kurd e. Ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, di pêşengiya Birêz Leyla Guven de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û piştî berxwedana 200 rojan, deriyê îmraliyê hatibû vekirin. Lê tecrîd hêj didome. Heta tecrîd bi dawî nebe, heta şert û mercên Birêz Ocalan ê tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk neyê; ne pêkan e ku aştî, demokrasî û azadiya Gelên Rojhilata Navîn pêk bê, ne pêkan e pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê erk û peyvirek mezin dikeve ser milê DBP’ê. Yek ji van peyviran jî rakirin û şikandina tecrîdkirina mutlaq a Birêz Ocalan e. Hewldana ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk azadîparêz û aştiyane ye. Ew ê yekîtiya di navbera Gelê Kurd de siberoja gelên Rojhilata Navîn diyar bike
 
Pêşketina hewildanên di derbarê mijarên neteweya demokratîk û yekîtiya neteweyî de ew ê ji bo pêvajoyê baş be. Yekîtiya di navbera Gelê Kurd de û di heman demê de dan û sitendina Gelê Kurd a bi gelên din re ew ê siberoja gelên Rojhilata Navîn diyar bike. Divê ji xebatên yekem ên DBP'ê yek ev be û divê ev ne tenê berpirsiyarî di heman demê de mecbûriyet be. 
 
Em dikarin bi xebatên polîtîk û îdeolojîk bersivê bidin êrîşan
 
Polîtîkayên qeyûmê yên zordestiyê ku mînaka vê yekê li tu derê cîhanê tune ye dewam dikin. Ev xespkirina îradeya Gelê Kurd e. Parlamenter û hevserokên ji aliyê gel hatine hilbijartin ji ber hincetên pûç û vala tên binçavkirin û girtin. Di nava pêvajoyek wiha de xwerêxistinkirin her çiqas dijwar be jî ewqas girîng e. Tevî hemû zordestiyên xebatên di qada perwerdehiya gel, bihêzkirina di warê polîtîkbûyinê de, gelekî girîng in. Ji bo pêşxistina siyaset alternatîf, ekolojîk û navenda wê jin be, berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê DBP'ê. Em bawer im ku ew ê partiya me vê berpirsiyariya xwe bîne cih. 
 
DBP partiya jinan e
 
DBP di heman demê de partiya jinan e. Loma ji bo xala azadiyê ya jinê pêş bikeve, daxwazên jinê yên azadî, wekhevî û edaletê bên bersivandin divê hewildanên mezin bên kirin. Ev qansî jiyana mirov girîng e. Divê em hişmendiya ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe, xebatên xwe yên civakî û siyasî bimeşînin. Em di pêvajoyek wiha derbas dibin ku tundî û komkujiya li dijî jinê, xizanî, koçberî,  zêde bûne. Loma têkoşîna jinê ya di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Parastina destkeftiyên jinê yên ku di encama têkoşînê mezin de hatine bidestxistin peywira partiya me ye. Hevserokatî û nûnertiya wekhev ji bo jinan gelek girîng in. Êrîşên îktidara AKP-MHP'ê ya li dijî destkeftiya hevserokatiyê ne tesaduf e. Ji bo em li dijî pêkanînên polîtîkayên zayendperest û baviksalarî destkeftiyên xwe biparêzin pêdiviya me ji berdewamiya xebatên xweser û azad heye. Ez bi hêviya avakirina siberojek bi ewle ya ji bo jinan hemû rêhevalên jin silav dikim. 
 
Ez bawer dikim ku ew ê kongreya me bi moral û coşek mezin bi hêz derbas bibe. Ez serkeftinê ji bo Hevserokên me yên giştî, delege û hevalên ku ew ê bi awayekî çalak di nava xebatan de cihê xwe bigirin serkeftinê dixwazim.
 
Silav û rêz. Rêhevala we Sebahat Tuncel."