Hevdîtina parêzeran li nûçegîhan Sadiye û Sadik hat qedexekirin

  • 13:20 30 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Dozgeriya Komarê ya Stenbolê 24 saetan hevdîtina parêzeran li Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglu qedexe kirin. 
 
Şevê din pîştî Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglu û Sadiye Eser ji ajansê derketin hatin binçavkirin. Sadik û Sadiye li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên girtin. Polîsan piştî Sadiye û Sadik Eser binçav kirin, bi ser malên wan de girtin û li malên wan lêgerîn kirin. Deriyê mala Sadik şikandin û ketin hundir. Dema bi ser malê de girtin lêgerîn kirin û alavên malê tev li hev kirin. Sadiye û Sadik hêj di bin çavan de tên girtin. 
 
Parêzerê Ajansê bi boneya bi nûçegîhanan re hevditin bike û sedema binçavkirina wan fêr bibe çû Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Parêzer ku xwest li Şaxa TEM'ê ya Stenbolê bi Sadik û Sadiye re hevdîtin bike, polîsan diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatine binçavkirin û heta 24 saetan qedexeya hevdîtina parêzeran heye. Dîsa bi hinceta der barê dosyayê de biryara "veşartinê" heye destûr nedan ku parêzer li naveroka dosyayê binere û sedema binçavkirina wan fêr bibe.