Rojnamegera kurd li Îranê hat girtin

  • 11:48 30 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegera kurd Firişte Çiraxî ji hêla hêzên ewlehiyê ya Îranê ve hat girtin. 
 
Hêzên ewlehiyê ya Îranê, li Serpêla Zehaw a Kirmanşanê bi ser rojnamegera Kurd Firişte Çiraxî de girt. Firişte hat binçavkirin û ev birin Kirmanşanê. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê der barê girtina Firiştê de agahî da.
 
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, rojnamegera kurd Firişte Çiraxî şevê din ji hêla hêzên îstîxbarata Îranê ve hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku bi hinceta piştgirî daye çalakiyan hat girtin. Her wiha hat destnîşan kirin ku Firişte di demên erdhejên Kirmanşan û Serpêla Zehawê de alîkarî daye welatiyên mexdûr jî.